Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Cejna Newrozê li Mûnchenê hat Pîrozkirin

Rêxistina Komkar-Mûnchen û Navenda Kurdistan li Mûnchenê di 2 Adara 2024an da li bajarê Mûnchenê li Almanya Cejna Newrozê pîroz kirin. Cejna Newrozê bi sirûda Ey Reqîb û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di pîrozkirina Cejna Newrozê da dîaya serok û şexsîyetên navdarên Kurd hat nîşandan. Piştra hunermendê Kurd Serdar Yildiz bi kilamên gelêrî  Newroz xemiland.

Di bername Newrozê da hunermendê naskirî Serdar jî kilamên ku li ser komkujîya Dersimê hatinê gotin bi dengekî xweş pêşkeşî temaşavanan kir. Di çalakîya Newroza Munchenê da hunermend Nuzan bi dengê xwe yê xweş kilamên gelerî û hilbijartî yên ku hunermendên navdar Ayşe Şan û Aramê Tigran jî distran pêşkêşî temaveşanan kir.

Beşdarên Cejna Newrozê bi dîlan û govendê cejna xwe pîroz kirin.

Şahîya Newrozê heya derengê şevê bi serkeftî dom kir û bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin