Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Boneya Bombebarankirina Helebçeyê Peyamek belav Kir

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya salvegera bombebarankirina Helebceyê ji aliyê rejîma faşîst a Baasê ve daxuyaniyek da û hêvî kir ku êdî gelê Kurd û Kurdistan nebe hedefa çekên qedexe û yên din sûcên nemirovane.

Deqqa peyamê:

Di 50 saliya bombebarankirina Helebce de, sal û rojê tijî bîranînên xirab in, tijî trajedî, azar û wêrankirina malan in, Helebceyê ji bo şermezarkirina teqîna Qeladizê xwepêşandanek aştiyane û sivîl li dar xistibû, lê Bersiva rejîma Beas bi bombebarana bajêr bi bombeyên Napalm bû û di encamê de zêdetir ji 51 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Weke Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em salvegerê qetliyamê de şehîdan bi bîrtînin û bejna xwe li ber hemû şehîdên vê karesatê ditewînin. Kurd hîn jî di bin zulmê de ne û tawan û neheqiyên li ser Kurd û Kurdistanê berdewam in.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin