Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em Êrîşa li Dijî Parlamenterê Kurd, Jiyan Omer, Şermezar Dikin.

Komkar-almanya erîşa li dijî parlamnterê kurd ya di Parlamentoya Berlînê Jiyan Omer, şermezar dike.

Doh, li dijî endamê Parlamenterê Kurd li Parlamentoya Berlînê de, Jiyan Omer, êrîşek pêk hat. Wexta Jiyan Omer di bûroya xwe de kar dikir, kesekî nijadperest bi çakûç êrîş bir ser bûroya wî kir û Jiyan Omer bi kuştinê tehdit kir.

Hêjayê gotinê yek û Jiyan Omer endamê Partiya Kesk a Alamya`yê ye. Partiya Keskan jî bi tundî erîşa li dijî Jiyan Omer şermezar kir û piştgiriya xwe bo wî da nîşandan.

Ev ne cara yekemîn e ku li hember Jiyan Omer êrîş tên kirin. Em wek Komkar-Almanya, daxwaza derbasbûyinê ji Jiyan Omer re dikin.

Her weha em erîşa ku li hember Parlamenterê Kurd Jiyan Omer hatiyê kirin bi tûndî şermezar dikin, ji Hikûmeta Alman û Wezîrê Hundur dawaz dikin ku kesê erîşkar bê girtin û bê darizandin.

 

Komkar-Almanya.

12.11.2023

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin