Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

KOMKAR´ê endam û dostekî xwe yê hêja Arif Hamîko´yê wenda kir.

Arif Hamiko, ji rojavayê kurdistanê ye û niştecîhê Böblingen/Stutgartê li Almanya yê bû. Ewî tevî malbata xwe di nav refên Komkar Stutugartê de ji bo kurd û Kurdistanê  xizmetek granbûha daye. Kurdek welatparêz û neteweper bû, bi hevjîna xwe Emîne Xanê re beşdarî çalakî û xebatên kurdayetiyê dibû…

Yekitiya Komeleyên Kurdistan li Almanya, peyamek serxweşiyê belev kir deqqa peyamê wekî li jêr e:

XEMGÎNÎ Û SERSAXÎ
Me îro bi xemgînî bihîst ku heval û dostê me yê hêja Arif Hamîko koça dawî kiriye.
Arif Hamîko ji Kurdistana Rojava bû. Arif Hamîko ev demek bû ku nexweşîya pençeşêrê bi pêsîra wî girtibû û dihat dermankirin. Lê mixabin dermankirin nekarî wî ji wê nexweşîyê xilas bike. Çend roj berê doxtoran ew şand mal û kekê hêja Arif Hamîko îroj li Almanya li mala xwe koça dawî kir.
Bi koça Arif Hamîko em pir xemgîn in.
Arif Hamîko di ciwanîya xwe da hatibû Almanya û bi malbatî li Almanya bajare Böblingen dijîya. Arif Hamîko Kurdekî weletparêz, çalakvan û têkoşer bû. Endamê reveberîya Komkar Stuttgar da cîh digirt. Di komciwîna Komkarê ya dawîyeda jî nunerê Komela Komkar Stuttgart bû.
Em wek KOMKAR-Almanya ji hevjîna wî xuşka Emîne û hemû malbatê ra sersaxîyê dixwazin û xema wan ji dil parve dikin.
Ruhê kekê Arif şad, cîye wî bihuşt be.  Ewê her dem di tekoşîna me da bijî.
28.12.2023

 

KOMKAR-Almanya

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin