Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Ji Rayagiştî Ya Demokratîk Re

Konfederasyona Dîasporayên Kurdistanî-KDC ji ber bi hinceta terorê êrîşên hewayî û bejahî yên Tirkiyeyê yên li ser herema Başûr û Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir.

 

Ev çend roj in ku Tirkiyê çendîn êrişên asmanî bi ser Herêma Kurdistana Başûr, li gund û bajarokên   kurdnişîn pêk anîne. Tirkiye ev çend sal in bi heniceta terorê, hem li Iraq û hem jî li Sûriyê êrişê esmanî dike û bi taybetî jî li dijî herêmên Kurdan êrîşan pêk tînin. Ti mafê Tirkiyê tune ye ku li derveyî sînorên xwe êrîşî gund û bajarokên Kurdistanê bike û xelkê sivîl ji xwe re hedef bigrê.

Tirkiye bi salane di warê mafê mirovî ya Navdewletî de ti guh nade yasayên Dewletên Yekbûyî.  Êrîşên Tirkiyê hem li Sûriyê û hem li Iraq û herêma  Kurdistanê xeterek mezine li ser  asayîş û aramiyê.

Rejîma Tirkiyê, bi êrîşên xwe hewl dide ku daxwaza rewa yên netewî û demokratîk ya gelê kurd sist û bê deng bike.

Bi taybetî jî ji referandûma serxwebûna Kurdistanê ku di 25.09.2017´an de hatibû li darxisti, êrîşên Tirkiyê li ser Kurdistanê zêdetir bûye. Bombebaran kirina Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiriye wek karekî rûtînî,Erîşên esmanî li ser rojavayê Kurdistanê her berdewam e, bajarê Efrînê bi leşkerên xwe ve dagîrkiriye û li Efrînê walî tayin tayin kiriye û di dibistanan de zarokan bi tirkî perwerde dikin. Bi vekirî li ber çavên hemû Cîhanê, Efrînê kiriye koloniya xwe!

Konfederasyona Navenda Kurdistanî, êrîşên rejîma Tirkiyê yên li ser gelê Kurd de şermezar dike.

Em bangê NY û YE û bangê hemû hêzên demokratîk dikin ku pêşî li erîşê Tirkiyê bigrin û piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Stockholm 2023-12-28

Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC)

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin