Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Peyama KOMKAR-Almanya bo Festîvala Şêwekarîya Efrînê

KOMKAR-Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya ji bo Komîta Amedekarî ya Festîvala Şewekarîya Efrînê re peyamek piştgiriyê şand.

Deqqa peyamê wekî li jêr e:

Hevalên heja,

Berî her tiştî em ji bo vexwendina we pir spas dikin û serkeftina festîvalê dixwezin. Wek hûn jî dizanin pêşdaçûna neteweyekî bi xebata çandi, huneri û nivisandinê ve girêdayî ye.

Xebata şêwakarî û hunerî di peşdaçuna neteweyî de rolekî pir girînge digre. Ji bo wê em wek Yekitîya Komelên Kurdistan KOMKAR xebeta festivalê şewekarîya Efrînê ku hûn li dar dixin xebatekî girîng û pêwîst dibînin. Em hemû beşdarên festîvalê û hunermendên qedirbilin ji dil silav dikin û serkeftinê ji Festîvala Şêwekarîya Efrînê re dixwezin.

Li gel silav rêz

04.11.2023

Komkar-Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya.

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin