Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Civîna Komîta Rêvebir a Navendî ya Komkar Almanya pêk hat.

Îro 04.11.2023 Komîta Rêvebir a Navendî ya Komkar-Almanya civîya. Di civînê da li ser van xalan hat sekinîn û biryar hatin girtin.

Li ser kar û xebatên Komcivîna Komkarê ya xebeta yasay û li ser şerê navbera dewleta İsraîl û rêxistina Hamasê, kar û xebatê komelan, komiteyên û rêxistinê, bi tevahî, kar û xebatên Konfederasyona Revenda Kurdistanî û cejna Newrozên 2024, xebatên jinên Kurd yên derveyî welêt, pîrozkirina 45 salîya Komkarê, kar û xebatên Komkarê û rewşa malî dûr û dirêj hatin niqaşkirin.

Di derheqa van xalan da gengeşîyek berfireh hat kirin,  biryarên girîng hatin girtin û ji bo ku ev biryar bi cîh bên di nav Komîta Rêvebir da xebat hat parvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku civîna Komita Rêvebir a Komkarê bi moralekî baş, bi berpirsiyarîyek bilind û serkeftî bi dawî hat.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin