Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Rejîma Îranê ji kuştina Kurdan ve têr naxwe!

Armîta Girawend keçek a kurdê Loristan a Rojhelatê Kurdistanê di 17 saliya xwe de ji aliyê leşkerek ji hêza ewlehî ya bi navê Hicab Ban tê naskirin, rastî erîşek çekdarî tê û dikeve nav jiyanek bêhiş.

Armîta Girawend keçek a kurdê Loristan a Rojhelatê Kurdistanê di 17 saliya xwe de ji aliyê leşkerek ji hêza ewlehî ya bi navê Hicab Ban tê naskirin, rastî erîşek çekdarî tê û dikeve nav jiyanek bêhiş.

Piştî 28 rojên jiyana bêhiş a di komayê de, jiyana xwe ji dest dide.

Bûyer di meha Îlonê de li rawestgeha metroya Şuheda ya Tehranê rû dide. Rejîma Îranê wek hemû caran xwestiye ku vê bûyerê jî sergirtî bike, lê ji ber berxwedana malbata Armîtayê ser nakevin. Vê carê xwestine dest danîne ser termê wê û zextê li malbata wê kirine ku wê li bajarê wan li Kirmaşanê bê veşartin.

Rejîma Îranê Tehemula rejîma Îranê ji hebûna kurdan re nemaye, kuştin û tunûtûjî li dijî kurdan bûye karekî rojane ya rejîmê. Di van rojên dawî de du mamostayên kurdî bi navê Sîrwa Pur Muhammed û Îdrîs Minberî li bajarê Sine yê, ji ber ku perwerdeya zimanê dersên kurdî didan, 10 sal ceza li ser wan hatiye birîn.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji ber kuştina Armîta Girawendrejîma Îranê bi tundî sermezar dike. Serxweşîya xwe bo malbata wê radigîne.

Axaftin û perwerdeya bi zimanê kurdî, mafekî siruştî ya gelê kurd e. Daxwaza azadkirina her du mamosteyên zimanê kurdî Sîrwa Pur Muhammed û Îdrîs Minberî dike.

Bangê raya giştî ya Îranê, Raya giştî ya Cîhanê dikin ku li hember kiriyarên rejîma Îranê bê deng nemînin. Bê dengî, piştgirî bo rejî hov ya Îranê ye!

29-10-2023

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

info@kurdishdc.org

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin