Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Semînera Yilmaz Guney bi serkeftî derbas bû

Di 29.10.2023an de bi moderatîya Dr. Îbrahîm Mahmûd semînerek li ser berhem û jiyana lîztikvan û derhênerê Kurd Yilmaz Guney pêk hat.

Li lokala Komkar Koln ê çêbû û gelek hezkirîyên Yilmaz Guney beşdarî semînerê bûn.

Dr. Îbrahîm Mahmûd ê ku doktora xwe li ser jiyan û berhemên Yilmaz Guney çêkiriye, behsa serpêhatîyên xwe, berhemên Yilmaz Guney, behsa derhênerî û sînemaya Guney kir û anî zimên ku Guney di fîlmên xwe de bi piranî jiyan û rewşa ku Kurd tê de dijîn raber kiriye û evê yekê di hişyarbûna civaka Kurd de rolek erênî lîztiye.

Dr. Îbrahîm Mahmûd herweha got ku Yilmaz Guney jib o Kurdan nirxekî mezin e û dive Kurd li hemû nirx û hêjayîyên xwe xwedî derkevin.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin