Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Dewleta Tirk li Kolnê Hat Şermezarkirin.

Wek tê zanîn 6 sal berê dewleta dagîrker a Tirk bajarê rojavayê Kurdistanê Efrîn dagîr kir. Di nav 6 salan da Kurd ji Efrînê hatin derxistin û Ereb li mal û milkên Kurdan bi cîh kirin.

Wek tê zanîn 6 sal berê dewleta dagîrker a Tirk bajarê rojavayê Kurdistanê Efrîn dagîr kir. Di nav 6 salan da Kurd ji Efrînê hatin derxistin û Ereb li mal û milkên Kurdan bi cîh kirin. Ev jî têrê nekir bi deh hezaran darên Zeytûnan birîn û ew şewitandin. Bi kurtî demografîya Efrînê guhertin.

Îro 16ê Adarê 2024 da grûbek Kurdên rêxistinên sivîl li ber konsolosxaneya Tirkiyê li Kölnê xwepêşandanek li dar xistin. Di wê xwepêşandanê da dewleta Tirk a dagîrker hat şermezarkirin. Di xwepêşandanê da

berpirsiyarên partî û sazîyên rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. Ji bakurê Kurdistanê hevalê Komkar û PSK jî beşdarî wê çalakîyê bûn û piştgirî dan çalakîyê. Çalakî seat 13.00 dest pê kir û 15.30 bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin