Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Şehîdên 1ê Sibatê di Dilê Kurdan de Naçe Der

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi munasebata salvegera şehîdên 1´ê Şibatê ku li Hewlêrê Baregeha PDK û YNK´ê bûbûn armanca erîşên terorîstê Al Qaîde û 103 kadirên siyasî û hindek ji xelkê sivîl jî şehîd bûbûn.

Di 1´ê Şibat´a sala 2004´an de li Hewlêrê li avahîyên PDK û YNK´ê ku cejna qurbanê dihate pîrozkirin. Di heman wext de du erîşên xwekujî ya terorîstî hate li darxistin.

Di encam de gelek siyasetmedar û kadrên bijarte yên kurd û hejmarek ji welatiyan jî, li baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 a YNKê li Hewlêrê de 103 kes hatin şehîdkirin.

Ev êrîşa hovane ji aliyê endamên El Qaîde ve hatibû organîzekirin. Armanca wan têkdana asayiş û emniyeta Herema Kurdistan a Başûr bû. Divê ev yeka ji me Kurdan re diyar be ku dagîrkerên Kurdistanê ti caran tehemula wan bi azadbûna kurdan re nebûye û nabe jî. Doh El Qaîde bû, îro DAÎŞ e, bi her çi navê be Kurdistan tim hedefa wan e.

Lewra divê hemû partî û rêxistinên Kurdistanî, ji nakokiyên xwe siyasî zêdetir berjevendiyên xwe yên siyasî bidine pêş xwe. Ne tenê rêxistinên siyasî her wisa  hemû siyasetmedar û kesayetiyên di ku nav rêxistinên  sivîl de kar dikin jî, berjevendiya netewî armanca wan yê sereke be.

Destekeftiyên başûrê Kurdistan´ê, berhema xebata 100´an salan e, Xwîna bi 1000´an şehîdan e. Lewra parastina destkeftina bi qasî bi destxistan wan girîng e.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, şehîdên 1´ê şibatê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtîne.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

1’ê sibata 2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin