Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Xebat û Tekoşîna 45 Salan ya Komkarê Pîroz Be.

Her çiqas meriv nikare xebata Komkarê ya 45 salan nikarê li vir bîne zimên jî, divê bê zanîn ku Komkar îsal 45 sal e ku li Almanya ji bo gelê xwe kar û xebate bê westan dike. Rêxistina Komkarê di 13.01.1979an da hatiye damizarandin. Îsal 45 sal e ku Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya xebat û tekoşînê dide. Ev wext û zeman ji bo jîyana mirovan wextekî dirêj e. Lê ji bo rêxistinekê yan ji bo dezgehekê ne dirêj e.

Bekir Topgider
Beşa1.êmin
Her çiqas meriv nikare xebata Komkarê ya 45 salan nikarê li vir bîne zimên jî, divê bê zanîn ku Komkar îsal 45 sal e ku li Almanya ji bo gelê xwe kar û xebate bê westan dike. Rêxistina Komkarê di 13.01.1979an da hatiye damizarandin. Îsal 45 sal e ku Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya xebat û tekoşînê dide. Ev wext û zeman ji bo jîyana mirovan wextekî dirêj e. Lê ji bo rêxistinekê yan ji bo dezgehekê ne dirêj e. Komkar li dervayî welêt federasyona yekemîn a Kurd û Kurdistanê ye. Komkarê di nav wan salên dûr û dirêj da ji bo hemû beşên Kurdistanê û ji bo Kurdên dervayî welêt kar û xebatên gelek hêja û pîroz kiriye û hê jî bi serbilindî wî karî dimeşîne. Ez wexta vedigerim ser xebata Komkar ya paşerojê, difikirim û dinerim ku gelek serpêhatîyên min çêbûne. Ez naxwazim li ser serpatîyên nav rêxistinê binivîsim û bisekinim. Ez naxwazim hevalên ku me bi dehan salan bi hev ra kar kiriye û gelek tişt bi hev ra parve kiriye binivîsim. Ez ve yekê şerm dibînim.
Ji ber wê ezê li ser xebat û karê ku Komkarê kiriye bi kurtî bisekinim. Komkarê heya niha xebata xwe li ser sê beşên girîng meşandiye. Ji wan yek û ya herî girîng piştgirîya tekoşîna ku li welêt tê dayîn e. Ew ne tenê ji beşekî welêt re lê ji bo hemû beşan bû. Ji ber ku tekoşîna li welêt tê dayîn pirr girîng bû. Ji bo wê, di nav wan 45 salan da meriv bi serbilindî û kêfxweşî dikarê bibê ku Komkarê xebatek berbiçav û girîng meşand û îro jî li gor rewş û mercên xwe dimeşîne.
Komkarê di nav wan 45 salan da li ser nirxên netewî û çandî jî xebatek berbiçav û girîng wek hînbûna zimanê dayikê, pîrozkirina Cejna Newrozê, li ser dîroka Kurd û Kurdistanê konferans û civînên girîng pêk anîn. Kurdên ku li dervayî welêt dijîn di derheqa nirxên netewî da hişyar û perwerde kir.
Di nav wan 45 salan da Komkarê ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê di nav hemwelatîyên Ewrûpayê bê naskirin û piştgirîya wan ji bo gelê Kurd bê bidestxistin jî kar û xebatên diplomasî û lobîyek xurt meşand. Hevdîtin bi partî û kesên sîyasî ra pêk anî. Li ser rewşa gelê Kurd raport û kovar derxistin û gihandin wan.
Komkarê di nav wan salên dûr û d irej da ji bo Kurdên ku li Almanyayê dijîn jî xebatek bê westan meşand. Ji pirs û pirsgirêkên wan ra bû alîkar. Ji alîye hiqûkî û sosyal û pirsgirêkên rojane da alîkariya penaberên Kurd kir. Komkar îro di nav Almanan û di nav partî û dezgehên sîvîl da wek rêxistinek aştîxwaz, demokratîk û Kurdistanî tê naskirin û giranîyek wê di nav civaka Almanya de heye.
Ev ji bo gelê Kurd cîyê serbilindî û kêfxweşîyê ye. Kar û xebatên Komkarê ne tenê xebata çar pênc kesan e. Ew xebata dûr û dirêj ked û xebata bi hezaran Kurdên welatparêz e. Ew xebat bi kolektîfî û bi fedekarîyek mezin dom kir û hat vê merhelê.
Berdevam be…

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin