Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Ji jinên Kurdên Endamê Komkar-Lozanê, 8´ê Adarê Roja Jinan a Navnetewî Bi Coş Pîroz Kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên Komkar-Lozanê,  şevek di 24.02.2024´an de li kampusa Renens a Lozanê lidarxistin. Şeva pîrozbahiyê saet di 19:00 de li salona Salle de Spectacles des Renens a Renensê pêk hat. Li ser navê jinên Komkar-Lozanê, Hêvî bi axatinek kurt dest bi pîrozkirina şevê kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên Komkar-Lozanê,  şevek di 24.02.2024´an de li kampusa Renens a Lozanê lidarxistin.

Şeva pîrozbahiyê saet di 19:00 de li salona Salle de Spectacles des Renens a Renensê pêk hat. Li ser navê jinên Komkar-Lozanê, Hêvî bi axatinek kurt dest bi pîrozkirina şevê kirin.

Hêvî di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û diyar kir ku li hemberî jinan di hemû qadên jiyanê de zulmek  duyemîn heye û ji bo rakirina vê rewşê pêwîstiya jinan bi xwe bi rêxistinkirinê heye. Hêvî diyar kir ku pêwîstiya têkoşîna li dijî zilm û mêtîngeriyê di her qadên jiyanê de weke jin heye û got ku jinên kurd yên Komka-Lozanê, îro li vir beşdariya jinan li şeva pîrozkirina 8´ê adarê ji her salan zêdetire û ev jî di saya tekoşîna jinan de ye.

Piştî axaftina Hêvî, ciwanên Komkarê ji bo bîranîna Jîna Amînî bi taybetî û bi giştî hemû jinên kedkar ên di têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane, mûm pêxistin.   Alîkarê Şaredarê Renensê Oumar Niang ku ji bo piştgiriyê di şevê de amade bû axaftinek kurt kir.

Oumar Niang di axavtina xwe de behsa projeyên ku ji bo entegrasyona biyaniyan di nav sînorên Şaredariyê de pêk anîne kir û xebatên Komkar ên ji bo entegrasyona biyaniyan di van projeyan de bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin nirxand. Piştî axaftina Oumar Niang, beşa çandeyî ya şevê dest pê kir.

Di beşa çandeyî ya şevê de, hunermend Kara Hasan û koma xwe û hunermend Huseyîn Celalî bi stranên gelêrî yên Kurdî û Tirkî coş dane şevê. Li dû govendê yên bi stranên gelerî, şev bi lîstoka bingoyê dom kir. Pişt re xelatên lotoyê ji aliyê kedkarê jin yê  Komkarê, Gunerî ve hatin dayîn.

Şahiya jinan, ji aliyê hunermend Kara Hasan ve, bi stranên gelêrî heta derengiya şevê govend gerî.

Gelek sîyasetmedar û nivîskar û mêr jî beşdarî şeva Jinan bûn û piştgirî da jinan.

Baran Dîcle

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin