Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Ziman hebûne, li hebûna xwe xwedî derkeve!

Helwesta xwedî lê derketina zimanê Kurdî, helwestekî welatperwerî û mîrovayetîye.

Roja 21 ê Sibatê, ”Roja zimanê dayikê ya navneteweyîye” Vê rojê di 17.11 1999 de ji hêla UNESCO vê hat pejrandin û îlan kirin.Bê gûman îlan kirin û pejrandina vê rojê sebaret bo zimanê

dayikê girînge, bo me Kurdan girîngîya wê hin zêdetir bi bandore.

Wek em hemû dizanin, ji roja damezrandina Komara Tirkîyê heta îro, ev bu 96 salê li welatê me, li Bakurê Kurdistanê gelek nirxên meyên neteweyî hatin qedexekirin. Di serî de jî zimanê Kurdî hat qedexekirin. Li Kurdistanê ji ber karanîna zimanê kurdî, di warê axaftin, nivisandin,
xwendin û çapkirina bi zimanê kurdî, bi hezaran kes hatin darizandin, cezayên giran girtin, hepis û zindan razan. Dem hat bi kurdî ”fîskandin” ji hat qedexekirin, bu sedemê seza girtinê. Ji ber kû dijmin baş dizane dema zimanê milletekî were qedexekirin, û ji millet were ji bîr kirin, êdî ew millet jî namîne. Çi heyf û bi daxekî mezin, dema meya îro de, li Bakurê welatê me de gelê me li hember xeterîyekî bi vî avayîye.

Li hêladin em wek KOMKAR.EU xweşhalin kû, 9 partî û sazîyên li Bakurê Kurdistanê bal kişandin ser vê xeterîya ku gelê me rû bi rûye û ji bona xwedî derketina zimanê kurdî hatin bahev û platformekî ava kirin. Wek tê zanin roja 10-11 meha 11. 2018 de Li Amadê Komxebata zimanê Kurdi li darxistin. Nûner, berpirsên van 9 partî û her weha jimarekî berbiçav kesayetîyên rewşenbîr, ziman zan, ronakbîr bêşdarbûn. Di nav xwede platformekî avakirin.

Platforma xwedî lê derketina zimanê Kurdî, bangê gelkir, ku di hemu warê jîyanêde bi zimanên xwe, bi kurmancî û zazakî bi karbînin. Her weha bangekî dinê platformê ji bo dewleta tirk û

sazî û dezgehên navneteweyî bûn. Ji dewleta tirk hat daxwazkirin kû astengîyen li ser zimanê kurdî divê were rakirin, zimanê kurdî di hemu qonaxên perwerdeyîde, ziman bibe zimanê perwerdeyîyê, her weha li herêma Kurdistanê kurdî bibe zimanê fermî.

Ji sazî û dezgehên navneteweyî ji hat daxwaz kirin ku, li gor peyman û zagonên nav neteweyî rê nedin zimanê milleteki ku were ûndakirin, her weha zextê deynin ser dewleta tirk ku, li ber zimanê kurdî rê veke.

Em wek KOMKAR.EU jî didin xwîya kirin kû, Zimanê kurdî; sîyaseta me, bîr û bawerîya me, ol û mezhebê me, cinsîyeta me, Partî û sazîyên me çi dibin bila bibin, zimanê me hemûyan, ji bo ve yekê jî divê em hemû bihevre xwedî yek helwestbin û li zimanê xwe xwedî derkevin. Vê helwesta giring nekin qurbana bir û rêçûnên sîyasî an jî armancên teng nezerîya hizbayetî.

Em wek KOMKAR.EU qedir û rûmetekî mezin didin, xebata platform xwedî lê derketina zimanê kurdî. KOMKAR.EU banga platformê, a bo bi karanîna zimanê kurdî di hemû warê jîyanêde wek banga xwe bi nav dike û bangê hemû kurdên li diasporayê dike, xasma jî bangê dayik û bavê

zarokan dikê di mala xwede, bi zarokên xwere kurdî biaxifin. Di komel û civînên xwede Kurdî bi kar bînin. Di warê karên diplomasîde jî xeterîya li ser zimanê kurdi bixin rojevê, û ji bo peydakirina lobîyekî bi bandor kar û xebat bikin.

Zimanê me hebûna meye!
Li hemû derê Jïyanê Kurdi bifikir, kurdî biaxife!

KOMKAR.eu
Konferderasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin