Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Di 1`ê Gulanê da piştgiriya yekrêziya mala Kurd bikin

Konfederationen för Kurdistans Föreningari Europa

Confederation of Associations from Kurdist

Konföderation der Vereine aus Kurdistan in Europa 

 

Di 1`ê Gulanê da piştgiriya yekrêziya mala Kurd bikin

 

Di roja1`ê Gulanê d akarker û xebatkar, ji bokar, ked û mafên xwe  yêndemokratîk, civîn û meşên girseyî pêktînin. 1ê Gulanê, îro li gelek welatan ji aliyê sendikayên karkeran û partî û rêxistinên kedparêzan ve tê pîrozkirin. Di gelek dewletên zordar û faşîst da, meş û mitîngên 1`ê Gulanê bi xwîn derbas dibe. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye. Îro jî li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê rêxistinên karkeran ji bo pîrozkirina 1´ê Gulanê, rastî gelek astengiyan tên. 

Hukumeta AKP`ê, bo çareseriya pirsa Kurd gelek soz û qewlan da û dest bi “Prosesa Çareserkirina Pirsa Kurd” kir. Lê hemû jî di gotinan da ma û bervajiya sozên xwe kir. Siyasetek dagîrkerî û êrişkarî bi rêva dibe û wek hukumetên çûyî dixwaze pirsa Kurd bi rîya tundûtijiyê çareser bike. Serok Komar hemû dezgehên dewletî bi xwe va girêdayî ye. Usa ku bê daxwaza Erdogan, mehkeme nikare biyarek serbixwe bide. Di şûna siyeset demokratîk, siyasetek red û înkarê, siyaseta mîlîtarîzmê daye ber xwe. Mediyaya Tirkiyê dîl girtiye û bi riya wan nijadperestî, nasyonalîzmaTirk û dijminatiya Kurdan dike.

Bi alikariya Rewşa Awerta û Biryarname Di Hukmê Qanunê da dengê muxalefetê têne birinê, medyayên muxalif têne daxistin û rojnamevan têne destbiser kirinê. Wekîliya gelek parlamenterên kurdan hate betal kirin. Bi hezaran siyasetmedarê muxalîf û rojnamevan hatine zîndanîkirin. Di encama siyaseta qirêj da qeyrana aborî, bêkarî û feqîriyê jî zêde kiriye. 

Hukumeta AKP´ê deskevtiyên netewî û demokratîk ya gelê Kurd yên beşên dinê Kurdistanê li   ser asayişa netewî ya Tirkiyê wekî xeter dibine. Bi tundî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr derket. Bi Îran û Iarqê ra kete nav hevkariyê, lê nekarîbûn pêşî li referandûmê bigrin. Di 25.09.2017 de li BaşûrêKurdistanê cara yekem di dîroka Kurdan da referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat û ji %93 dengên erênî wergirt. Lê dagîrkaran li ser plana dagîrkirina Kerkûkê li hevkiribûn. Leşkerên Iraqê bi alîkariya Îran û rêxistina Heştî Şaabî û beşek Kurdan ve di16`ê Oktobera 2017’an da Kerûkê dagîr kirin.

Di roja 18`ê Adara 2018’an de jî, bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Dagîrker a Tirk bi hevkariya rêxistinên terorîst yên wek EL Nusra û OSO va hat dagîrkirin. Êrîşa li ser Efrînê bûye sedema gelek kuştin û birîndar bûna sedan sîvîl û malwêranî û koçberiyê. Dagîrkirina Efrînê berdewamiya projeya dagîrkirina Kerkûkê ye. Divê Tirkiyê bizanibe heta ku Kurd, li ser axa xwe azad nejîn, wê rehetî ji Tirkiye ra jî ne be. Erîşa bi wî rengî  pirsan çareser nake, aloztir û kûrtir dike.  

Di reşwek weha aloz da Tirkiye diçe hilbijartina pêşwext. Hilbijartinên serokatiyê û yê parlamentoyê  di 24ê Hezirana 2018`an da çêbe. Wek tê zanîn AKP û MHP di derbarên hilbijartinên serokatiyê û yê parlamnetoyê de tifaqek nav xwe da avakirine, CHP û Yeni Partî jî di nav hevkariyek da ne…

Wek tê zanîn pirsa herî esasî ya Tirkiyê,pirasa Kurd û Kurdistanê ye. Ev hilbijartina dikare bi xwe ra gelek suprîzên erênî jî bîne. Lê ev yeka girêdayî ya yekrêzîya mala Kurdan ve ye. Cîhê kêfxweşîyê ye ku 6 partî û rêxistinên Kurdistanî hatine ba hev û li ser maf û azadiyên netewî û demokratîk ya Kurdistanê li hev kirine. 

Em wek konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa KOMKAR.eu bipştgiriya Bloka Kurdistanî dikin û daxwaz ji gelê Kurdistanê dikin ku di hilbijartinan da bibin piştgirên  Bloka Kurdistanî ya Netewî û demokratîk.

Li Ewrûpayê jî qeyranek krîza aborî heye. Ev yeka tesîra xwe bi taybet li ser karker û xebatkarên koçber û penaberan her diçegirantir dike. Kurdên li welatên Ewrûpayê jî, ji karkerên Ewrupî zêdetir, ji vê krîzê para xwedigrên. Ji bilî pirsa entegrasyonê, pirsên jiyana rojane, debaramalê, jiyana koçber û penaberên Kurdên Ewrûpayê her ku diçe xirabtir dike.

Karker û xebatkarên Kurd li Ewrûpayê, di sîvana rêxistinên xwe yên demokratîk de 1ê Gulanê pîroz dikin. Yek ji wan rêxistinan jî Komeleyên KOMKAR.eu ye. 

KOMKAR.eu, îsal jî ji bo mafên kar û baştirkirina rewşa kar û karkeran, ji bo mafên demokratîk û civakî, ji bo jiyanek bi huzûr, bi karkerên Ewrûpî re mil bi mil dimeşe. 

KOMKAR.eu, bi boneya 1ê Gulanê, li hember bêkariyê, ji bo mafên demokratîk û civakî û her wusa jî ji bo pişgiriya daxwazên netewîya Kurdan û ji bo çareseriyek demokratîk bo pirsa Kurd, bang li endam, alîgirên KOMKARê û hemû Kurdistaniyan dike, ku beşdarî meş û çalakiyên 1`ê Gulanê bibin.

Bijî Yekitiya Karkerên Kurdistanê

BijîYekîtiya Karkerên Cîhanê!

Bijî 1ê Gulanê

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin