Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Bîranîna Qurbanîyên Erdheja 6 Sibatê

Bi munasebeta erdheja 6´ê Şibata 2023´an, Yekitiya Komeleyên Kurdistan li Almanya KOMKAR, li ser yekmîn salvegera erdhejê daxuyaniyek belav kir.

Salek berê wek îro 6 Sibatê 2023 berbangê sibê li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê bi 7.6 pilêyê bilind erdhejek mezin pêk hat.
Di wê erdhejê da li gor daxuyanîya resmî 50 hezar kesan jîyana xwe ji dest dan. Lê ev hejmar nerast e. Hejmara qurbanîyên erdhejê yê rastî ji 100 hezarî zêdetir e. Bi sedhezaran kes jî birîndar bûn. Ev bûyerek pir mezin û felaketek e.
Divê bê zanîn ku erdhej bûyerek xezayî ye û pir caran li gelek welatan û li ser rûye erdê pêk te û qurbanîyên wê jî zêde dibin. Li gelek welatên ku erdhej zêde lê rû dide ji bo ku qurbanî zêde nebin xanî û avahî li gor erdhejê tên çêkirin û wexta erdhej dibe kêm kes canê xwe ji dest didin.
Di wê erdheja ku di 6 Sibata 2023an da li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê rû da û gelek kesan jîyana xwe ji dest dan û bûn qurbanî.
Li gor kesên pispor û zanayên ku hertim di axaftinê de tînin zimên, bakurê Kurdistanê û Tirkîye ji bo erdhejê cîhekî hesas û xeter e û divê dewlet li gor xeterîya erdhejê tedbîran bigre. Lê mixabin dewlet ya jî hikûmet li gor axaftina pisporan tedbirên ilmî nagre û ji ber wê jî qurbanîyên erdhejê her tim zêdene.
Kemasîya herî mezin ya erheja 6 Sibatê hikûmet û dezgehen alîkarîyê di wextê da alîkarî nekirin û qurbanîyên erdhejê zêde bûn.
Ji alîye din wexta ew erdhûj rû da li seranserê dinyayê gelek welat û rêxistinên xêrxwaz ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî şandin lê ew alîkarî jî ji teref hikûmeta Tirkîye ve di wextê xwe da negihişt mexdûran. Bi kurtî alîkarîyên ku hatin şandin ji teref hikûmetê ve hat astengkirin.
Rêxistina me KOMKAR jî li gor şert û derfetên xwe ji bo mexdûrên erdhejê qampanya peran vekir û alîkarî kir.
Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistan-Komkar, bangî hikûmetê û dewleta Tirk dikin ku ji bo hejmara qurbanîyên erdhejan zêde nebin û kêmtir bin, xanî û avahîyan li gor erdhejê û bi sîstema ilmî çêbikin.
Em wek Komkar-Almanya di 1.emîn salroja qurbanîyên erdheja 6 Sibatê de wan bi bîr tînin. Êşa malbatên qurbanîyan parve dikin. Qurabanîna ya 6 Sibatê bi rêzdarî bibîrtînin. Ruhe qurbanîyên 6ê Sibate şad be.

Komkar-Yekitîya Komelên Kurdistan li Almenya.
6 Sibat 2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin