Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Cemşît Axa û Tenekekî Rûn û Hingiv

Fermo hun û cîrokek din ji Nivîskarê Me Bekir Topgîder “Cemşît Axa û Tenekekî rûn û Hingiv”

Bekir Topgider

Li bakurê Kurdistanê li alîyê Serhedê axayek hebûye navê wî Cemşît axa bûye. Çend gundên Cemşît axa hebûye. Kesên ku li gunden Cemşît axa dijîn, divê ji bo axa kar û xebatê bikin. Ji alîyê din divê her malbatên ku li wan gundan bijîn, salê tenekeyek rûn û tenekeyek jî penîr bidin Cemşît axa. Ev jîyan bi salan berdevam kiriye. Wextek hatiye ku rewşa gundîyan nebaş bûye û neçar ketine û gundî nema karin  tenekeyek rûn û penîr bidin Cemşît axa. Eger tenekeyek rûn û penîr nedin Cemşît axa wê Cemşît axa wan ji gund derxine. Wexta gundî ji gundê axa derkevin jî di alîyê aborî û jîyanê da rewşa gundîyan xeter û xirab dibe.

Rojekê gundî li hev dicivin dibên rewşa aboriya me xerabe û em di wê rewşê da nikarin tenekeyek rûn û penîr bidin Cemşît axa. Wexta em tenekeyek rûn û penîr bidi, wê demê malbata zoroyên me perîşan bibin û dinav jîyanek xerab da bimînin.   Wexta gundî dicivin û li ser vê meselê diaxivin, ji gundîyan yek dibê em di nav xwe da heyetekê hilbijêrin, bila ew heyeta me here qesra Cemçît axa û bila jê ra bibê rewşa aborî ya gundîyan pir xirab e. Gundî dibên:” Bila Cemşît axa ji me tenekeyek rûn û penîrji me negire.” Wexta ew pêşniyar dibe, gundî hemû bi hevra dibên wele ev pêşniyarek gelek baş e, emê heyetê hilbijêrin bila heyet here vê pêşniyarê ji Cemşit axa ra bibêje.

Gundîyên belangaz di nav xwe da heyetek ji sê kesan hildibijêrin û dişînin cem Cemşît Axa. Heyet derdikeve rê û dice. Wexta heyet nêzî gundê Cemşît axa dibe, di rê da kesek ji heyetê li paş dimîne û dibê hûn herin ezê avekê birjînim û bêm. Ew kes ji heyetê vediqete û vedigere mala xwe. Yek jî dibê li gundê hember merivekî min heye, ezê serdana wî bikim, tu here ezê bêm xwe bigihînim te. Ew jî zexelîye dike û ji heyetê derdikeve.

Di heyete da kesek dimîne. Ew jî mêze dike herdu hevalên ku di heyetê da nehatin. Ew jî dibê niha ez nikarim vegerim jî. Wexta herim cem Cemşît Axa û jê ra wê biryara gundîyan bibêjim, wê Cemşît axa min bikuje û bavê ber kûçikan. Ew kes neçar dimîne dibê ez nikarim bi vî halî vegerim gund jî. Di serê xwe da fenek çêdike, dibê ez mecbûrim herim cem Cemşît Axa. Dere li derîyê qesra Cemşît Axa dixe peyayê Cemşît Axa derdikeve dibê kerem bike, tu çi dixwazî. Ew kesê heyetê dibê ez dixwazim Cemşît Axa bibînim hin tişt hene ku ez pê re  biaxivim. Keya dere cem Cemşît axa dibê axayê min yek kes ji felan gundî hatiye dixwaze te bibîne. Cemşît axa ji peyayê xwe  ra dibê here bêjê bila bê, wer xuya ye ku li gund tiştên nebaş qevimîne.

Wexta ew kes dere cem Cemşît Axa, Cemşît Axa ji wî kesî dipirse dibê kerem bike tu ji bo çi hatî? Gundî dibê axayê min, gundîyan min şandin cem te û gotin ji Cemşît Axa re silavê me bibêjê. Me bihîstiye ku çûyîn û hatine axayê me kêm bûyê, em ji vir û pêda tenekeyek hingiv jî lê zêde dikin. Ango tenekeyek penîr, tenekeyek, tenekeyek rûn û tenekeyek hingiv jî bidin axayê xwe. Cemşît Axa wexta dibîne ku wê gundî tenekeyek hingiv jî bidine wî, pir kêfxweş dibe. Cemşît Axa ji wî gundiyê ra dibêje, wele gundîyên min baş fikirî ne, tu jî wexta çûyî gund, kêfxweşîya min ji bo wê biryara ji gundîyan ra bibêje.

Wexta gundiyê me yê heyetê ji cem Cemşît Axa vedigere gund.  Gundî jê dipirsin jê dipisin ka we çi kir? We ji Cemşît Axa ra çi got?

Gundî dibêj:”Ew kesên din ku we bi min re wek heyet şand, ewana nehatin û rê da ji min veqetiyan û min bi tenê hiştin. Ez jî tenê mam û ji bo ku Cemşît Axa min nekuje, ez neçar mam derewek bikim. Min ji Cemşît Axa ra got gundîyan min şandin cem te û gotin ji Cemşît Axa re silavê me bibêjê. Me bihîstiye ku çûyîn û hatine axayê me kêm bûyê, em ji vir û pêda tenekeyek hingiv jî lê zêde dikin. Cemşît axa jî ji ber vê biryarê pir kêfxweş bû û silavê xwe ji we ra şand.”

Gundî li hember vê gotinê dikin gazî û hewar. Lê tişt nayê guhertin. Gundîyên belangaz ji ber  qelsiya  heyetê, ji vir û pêva her sal tenekeyek hingiv jî dan

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin