Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Bangê li Kurdistaniyên Diasporayê Dike!

Konfederasyona revenda kurdistanî Bangê li kurditaniyên li dîasporayê dike ku li welatên Ewropayê li ber Balyozxaneya rejîma Îslamî ya Îran, roja Şemiyê   20-01- 2024’an de, xwepêşandanek li dijî tawanên rejîmê lidar dixe.

Konfederasyona revenda kurdistanî Bangê li kurditaniyên li dîasporayê dike ku li welatên Ewropayê li ber Balyozxaneya rejîma Îslamî ya Îran, roja Şemiyê   20-01- 2024’an de, xwepêşandanek li dijî tawanên rejîmê lidar dixe.

Hêjayan,

Roja şemiyê li dijî tawanên rejîma Îranê û dijî tawanên dagîrkeran ku Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê didin ber bomberdûmanan, tawaneke herî dawî di şeva borî bi çend mûşek û bi dironeran êrîşî Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê kir.

Lewra konfederasyona Revenda kurdistanî biryar girt ku li hemû welatên Ewrûpa û Amerîkayê ku kurd lê hene li ber balyozxaneyên Komara Îslamî li welatî xwepêşandanên girseyî li dar bixin. Eger polis îcazeyê ji bo ber derê balyozxaneya ne de, Li wî welatî şûnek din ku ji bo xwepêşandanê gucav be bikin.

Hemû navend, federasyon, komele û rêxistinên Kurdistanî yên diyasporayê yên ku  girêdayî Konfederasyona Revenda Kurdistanî ne, xwe  ji bo xwepêşandanê amade bikin û em bang li hemû Kurdên ku li welat û bajarê ku xwepêşandin pêk tê bikin ku erkên xwe yên netewî bînin cîh.

16-01-2024

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Têbinî: Cihê xwepêşandanan emê piştre we agahdar bikin.

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin