Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Em êrîşên dewleta Îranê yên li hember Hewlêrê bi tundî Şermezar dikin.

Weke ku di çapemenîya dinyayê da jî hat weşandin, doh êvarê Îranê bi êrîşek hewayî êrîṣî Hewlêr a paytextê Kurdistana Başûr kir.
Di wê êrîşê da gelek kesên sivîl jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîş ne tenê êrîşek terorîstî ye, herweha amadekarîyek ji bo dagîrkirina Başûrê Kurdistanê û têkbirina destkeftîyên wê ye jî.

Weke ku di çapemenîya dinyayê da jî hat weşandin, doh êvarê Îranê bi êrîşek hewayî êrîṣî Hewlêr a paytextê Kurdistana Başûr kir.
Di wê êrîşê da gelek kesên sivîl jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîş ne tenê êrîşek terorîstî ye, herweha amadekarîyek ji bo dagîrkirina Başûrê Kurdistanê û têkbirina destkeftîyên wê ye jî.
Berî her tiştî em wê êrîşa ku li hember Hewlêr û Başûrê Kurdistanê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin. Ji malbata kesên ku di wê êrîşê da jîyana xwe ji dest dane sersaxîyê, ji birîndaran ra jî şîfayê dixwazin.
Divê raya giştî ya cîhanê bizane ku dewleta Îranê dewletek dagîrker û xwînxar e. Dewleta Îranê hêlîna terorê ye û ew ne tenê li hember Kurdan êrîşan pêk tîne. Ew li hember hemû gelên Rojhilata Navîn terorê pêk tîne. Di Rojhilata Navîn da tu kîjan kevirî rabikî Îran û çekdarên girêdayî wê ji bin derdikevin.
Divê hikûmeta Iraqê li hember êrîşên dewleta Îranê bisekine û bi tundî şermezar bike, ji ber ku ew êrîş herweha li hember serwerîya Iraqê ye jî.
Em bangî Yekîtîya netewan, Yekîtîya Ewropa û hemu gelên demokrat dikin ku li hember wê êrîşe helwest bigrin û dewleta Îranê şermezar bikin.
Dibê bê zanîn ku dewleta Tirk jî hemû rojan bi diron û balafirên şer êrîşî Kurdistana Rojava dikin û di wan êrîşan da Kurdên sivîl tên kuştin û mal û avahîyên Kurdan xirab dikin. Em êrîşên dewleta Tirk ên li hember Kurdistana Rojava jî bi tundî şermezar dikin.
Ji alîyê din em bangî hemû Kurdên diyasporayê dikin ku di çalakî û xwepêşandanên ku li hember êrîşên dewleta Îran û Tirkîyê pêk bên cihê xwe bigrin.
Em bangî partî û rêxistinên Kurdistanê dikin ku li hember wan êrîşan bê deng nemînin û bi hevra helwestek niştimanî bigrin.
KOMKAR-Almanya
16.01.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin