Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Navenda Revenda Kurdistanî li Hollandayê Kongreya Xwe Li darxist

Kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li Holendayê bi amadebûna Serok, Cîgirê Serok û Sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û nûneratiya Dîska Dîaspora ya Kurdistanî li baregeha Serok Barzanî birêve çû.

Kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li Holendayê bi amadebûna Serok, Cîgirê Serok û Sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û nûneratiya Dîska Dîaspora ya Kurdistanî li baregeha Serok Barzanî birêve çû.

Di roja 10.01.2024´an de, bi amadebûna Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil, Cîgirê Serokê Konfederasyonê Hewramanî Elî Tofîq, Sekreterê û berpirsê karên rêxistinî yê Konfederasyonê Kovan Amedî, li bajarê Arnhem ê Holendayê, kongreya Navenda Revenda Kurdistanî birêve çû.

Di kongrê de hejmareke berçav ji Kurdên diyaspora yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên rêxistinên siyasî û demokratîk wekî komele û  rêxistinên demokratîk  ku li Holandayê  xebatên sivîl demokratîk dikin, amade bûn.

Kongre bi axaftina heyeta Konfederasyonê dest pê kir û bal kişand ser kar û  xebatên Konfederasyonê û Kurdên Diyaspora û bernameya pêşerojê ve destpê kir.

Piştî axaftina bi xulek rêzgirt ji bo şehîdên Kurdistanê û bi surûda netewî Ey reqîb ve hilbijartina Komîteya Birêvebir dest pê kir. Komîteya nû hate hilbijartin, pêvîste bê gotin ku endamên komîteya nû piraniya wan ciwan bûn.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin