Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Konferansa Kurdî ya hevpar li Qazaxistanê

Di 25ê Kanûnê 2023’an da li bajarê Almata Qazaxistanê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê “Berbang” û Federasyona Navnetewî ya Diasporaya Kurda (Sovyeta berê) – FNDK pêkve konferansek lidar xist.

Di 25ê Kanûnê 2023’an da li bajarê Almata Qazaxistanê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê “Berbang” û Federasyona Navnetewî ya Diasporaya Kurda (Sovyeta berê) – FNDK pêkve konferansek lidar xist.

Di civînê da pirsgirêkên rojane û planên siberoja hatin nirxandin. Projeyên hevpar hatin nîqaşkirin.

Li ser babetên wekî parastina ziman, xurtkirina dersên kurdî, zelalkirina hejmara kurdan welatên Asyaya Navîn û hemû komarên Sovyeta berê, kurdîkirina paşnavan, alîkariya komên folklorî-muzîkê, piştgirîkirina malbatên feqîr û xizan hat sekinandin.

Civîn, bi seroktiya Yekitîya Kurdên Qazaxistanê “Berbang” Ezîzê Ziyo Bedirxan û bi rêveberîya cigirê “Berbang”ê Agalîyê Niyaz Îbrahîmov hat bi serkeftî derbaz bû.

Di konferansê da Serokê FNDK û Yekîtiya Kurdên Qirgizîstanê Ramazan Seyidov, berpirsê lijneya birêveber ya komeleya “Berbang” Rafikê Yaqub Mirzoyev, berpirsê Rawenda Kurdistanî li welatên Sovyeta berê Mamê Mamoyî, endamên reveberîya FNDK Hesen Remoşî, Marûf Aslanov, Barzanî Nebîyev, Zaûdîn Alîxanov, endamên rêveberiya Komale ‘Berbang’ Zaarê Evdî, Wezîr Mîrzoyev, Mîkaîl Nadîrov, Cemîle Silêmîn, Fexreddîn Mamedov, Knyazê Arîf Nadirov,  parlamenterê berê ya Parlamêntoya Qazaxistanê Wekîl Nebîyev û serokê Enstîtûya Kurdên Qefqasyayê Hejarê Şamil bi nêrîn û pêşniyarên xwe va konferansê dewlemend kirin. Di jîyana Kurdên Yekîtîya Sovyeta berê da dîasporaya Kurdên Qazaxistanê roleke girîng dilîze.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin