Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Li Stockholmê  Xwepêşandana Kurdistaniyan li Dijî Rejîma Xwînmij a Îranê

Îro li paytexta Swêd li Stockholmê, Kurdistaniya li ber serfareta Îranê bi ala Kurdistanê û bi seknek netewî civîyan û kiryarên ne mirovî, bombebaran a rejîma Komara Mellanyên hov ya Îranê, li ser Kurdistanê de mehkûm kirin.

li ber deriyê sefareta Îranê, bi xulek rêzgirtina bo şehîdên hewlêr û hemû şehîden Kurdistanê ve dest pê kir. Di civînê de beşdaran; şîarên wek, Îran Dewleta Terorîst, Kurdistan azadî dixwaze, Kurdistan serxwebûnê dixwaze, Azadî ji bo girtiyên zîndanî li Îran, îdamkirinan rawestînin, Bombebarankirina mûşekan li ser Kurdistanê rawestînin û Divê Firîna firokeyên şer li ser herema Kurdistanê bê qedexekirin û Kurdistan wek heremek azad bê naskirin…

Di xwepêşandinê de axaftina Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi kurdî û swêdî ji aliyê du jinên kurd ve tain pêşkeşkirin.

 

 

Tevî muxelefeta berf û sermayê û dûrbûna sefaretê, Kurdistaniyên liStockholm û li  derdorên Stockholmê bi hestiyarek netewî beşdarî li xwepêşandanê bûn.Bi şîarên netewî, û bi silametî dawî li xwepêşandanê hat.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin