Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Li Swêd: Komara Kurdistan Hat pîrozkirin

Di roja 27-01-2024´an de li paytexta Swêd li Stockholmê, Komara Kurdistanê ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îran´ê ve hate pîroz kirin.

Di roja 27-01-2024´an de li paytexta Swêd li Stockholmê, Komara Kurdistanê ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îran´ê ve hate pîroz kirin.

Di şeva şahîya pîrozkirina Komarê de piştî bi xêrhatin û rêzgirtin li şehîdên Kurdistanê, li ser navê Hizba Demokrat Nabez Alîdos axivî. Piştra axaftina muşterek ya Lawan û Jinan hate pêşkeşkirin.

Her wisa ji partiyên Swêdî Serkan Kose li ser navê Sosyaldemokratan û Fredrîk Malm jî li ser navê Lîberal´an peyivîn. Her du mêvanan jî piştgiriya partiyên xwe bo doza rewa ya gelê Kurdistanê nîşan dan.

Ji partî û rêxistinên Kurdistanî gelek gelek beşdarî jî hebû. Wekî PSK, PDK Başûr, Komeleya Zehmetkêşan, PWK, YNK, Nûrerayetiya Hukukmeta Herema Kurdistanê li Swêd, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Navena Revendê li Swê, FKKS û çendîn axaftvanên ji tevgêra xelkê Belûcîstanê peyamên xwe yên piştgiriyê pêşkeş kirin.

Di beşa dewem da jî bi stranên gelêrî û şoreşgerî, bi govend û dîlanên kurdî ve şeva şahiyê hate geşkirin. Şahiya pîrozkirinê heta derengê şevê berdewam kir.

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî:

Komara Kurdistan Li Rojhilat Her Tim zindîye Di Dilê Kurdan Da

Ji vir 78 sal berê, di 22´ê 01 1946´an de li Îranê Komara Kurdistanê li Mehabad di meydana Çarçirayê ji aliyê pêşewayê nemir Qazî Mihemed ve hate ragihandin. Bi hemû dem û dezgehên xwe yên wek Eskerî, Abarî û civakî ve, parlamento, hukumet û wezîrên xwe ve yekem Komara Kurdistanê bû.

Cîhê  daxê ye ku ji ber sebebên barûdoxên heremê, nebûna piştgiriyek navdewletî, karî tenê 11 mehan berxwe bide.

Di 15´ê meha Qanûn 1946´an de, Îranê carek din Kurdistana Rojhilat xiste jêr bandora xwe. Hêza piştîvan Serok Mella Mustefa tevî pêşmergeyên xwe ve neçar bû Rojhilat bi cîh bihêle.  Pêşeva Qazî Mihemed û evalên xwe jî, ji aliyê rejîmê ve hatin bi darvekirin.

Damezrandina Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de çirayek mezin pê xist ku kurdan îspat kirin ku neteweyek mezin û xwedî esil in. Dikarin bibin xwedî dewlet û xwe bi xwe îdare bikin. Dikarin aştî, azadî û aramiyê li heremê dabîn bikin. Komara kurdistanê  bû sembola berdewamiya têkoşîn û xebatê li hmûr  parçeyên Kurdistanê.

Baştirîn bibîranîn, berdewamî pê dana xebat û têkoşîna bo azadiya Kurdistanê ye.

Baştirîn bibîranîn, bi hêzkirina doza serxwebûn û azadiyê ye.

BIJÎ KURD Û ĶURDISTAN

27.01.2024

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin