Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

BO RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWÎ !

Ev zêdetirî sed sal in li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên ku hemû cîhanê eleqedar dike û bandorê li ser wan dihêle, hê jî bênavber didomin. Sedema bingehîn a vê aloziya li Rojhilata Navîn, neheqiya dîrokî ye ku di sala 1923an de li Lozanê li gelê qedîm li Kurdan bûye. Ev rewş weke birîneke ne kewiyî heta îro jî berdewam e, êṣ û azarên wê bi tundî û bênavber didome.

Ev zêdetirî sed sal in li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên ku hemû cîhanê eleqedar dike û bandorê li ser wan dihêle, hê jî bênavber didomin. Sedema bingehîn a vê aloziya li Rojhilata Navîn, neheqiya dîrokî ye ku di sala 1923an de li Lozanê li gelê qedîm li Kurdan bûye. Ev rewş weke birîneke ne kewiyî heta îro jî berdewam e, êṣ û azarên wê bi tundî û bênavber didome.

Gelê Kurd, ku sed sal in mafên xwe yên netewî di bin serweriya dewletên cuda de hatiye desteserkirin, li dijî vê neheqiya dîrokî têkoşînên rewa dide. Di encama bedîlên giran de, li herêmên başûr û başûrrojavayê erdnîgariya Kurdan hin destkeftî hatin bidestanîn. Dewletên herêmê van destkeftiyên gelê Kurdistanê qebûl nakin. Ji aliyekî ve dem bi dem komên olî cîhadî yên radîkal, tundrew berê Kurdan didin. Carna jî ev dewlet bi hincetên curbecur rasterast êrîşê xelkê sivil dikin. Dijî hevwelatiyên sivîl ên bê berevanî teknolojî û çekên modern wekî roket û dronan bikartînin sivîlan qetil dikin. Dewlet di van hêrîşan de qet goh nadin rêgezên huqûqa navdewletî yê şerî, hemî qewl û qaîdan binpêdikin.

Ev êrîş bi awayekî sîstematîk, bê rahm û hovane berdewam dikin. Êrîşa dewleta Îranê ya 15ê Çileya 2024an a li dijî Hewlêrê jî mînaka herî dawî ya vê yekê ye. Bi balafirên bêmirov drona û bi roketan xaniyên malbatên sivîl ji xwe ra kirin hedef, hevwelatî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Êrîş di heman demê de li dijî hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê ye. Divê demildest ev êrîş bên rawestandin û tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina emin û aramiya jiyana gelê Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve bên girtin.

Dewletên herêmê ji bêdengiya civaka navneteweyî û saziyên navdewletî sûdê werdigrin. Di vî warî de divê civaka navneteweyî ji bo aştiya navçeyê û cîhanê tedbîrên lezgîn bigre.

Em li ser navê mirovahiyê, ji bo aştiya cîhanê êrîşên li dijî Kurdan û destkeftiyên Kurdan diqewimin bi tundî protesto dikin.

– Civaka Navdewletî. – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî. – Konseya Ewropayê. – Yekîtiya Ewropayê. – Rêxistinên Mafên Mirovan. Û em bang li hemû sazî û rêxistinên din ên navneteweyî jî dikin ku di demekê lezgîn de bikevin nava liv û tevgerek e.

512 KESAYETAN VÊ DAXUYANIYA HEVBES RAGIHANDIN

18.1.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin