Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Navenda Revanda Kurdistanî li Hannover Yekemîn Kongreya Xwe li Dar Xist.

Roja Yekşemiyê 25.02.2024 Navenda Revenda Kurdistanî li Hannoverê yekem kongreya xwe li dar xist. Civîn ji aliyê serokê berê yê Navendê kak Arêz Darabppoor vehate vekirin û bi serperiştiya Serokê berpirsê karên rêxistinî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî ve bi rêve çû. 

 

Roja Yekşemiyê 25.02.2024 Navenda Revenda Kurdistanî li Hannoverê yekem kongreya xwe li dar xist. Civîn ji aliyê serokê berê yê Navendê kak Arêz Darabppoor vehate vekirin û bi serperiştiya Serokê berpirsê karên rêxistinî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî ve bi rêve çû. Piştî xulelkek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê, Kovan Amedî li ser Konfederasyonê, vizion û prensîbên birêvebirina Konfederasyon û Navendan peyivî û agahdariyek giştî da.

Piştî pirs û bersîvan, hilbijartina Komîteya Birêvebir dest pêkir.

 Organên Komîteya Birêvebir bi wî rengî hatin hilbijartin

Civîn ji aliyê kak Arêz ve hate vekirin. Piştî xulelkek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistan Sekreter û berpirsê Karên Rêxistinî Kovan Amedî li ser Konfederasyonê vizion û prensîbên birêvebirina Konfederasyon û Navendan beyivî agahdariyek giştî da.

Piştî pirs û bersîvan, hilbijartina Komîteya Birêvebir dest pêkir.

 Komîteya Birêvebir bi wî rengî hatin hilbijartin:

1 Salar Kerkûkî

2 Yehya malek

3 Dîndar Xaşo

4 Hemîd Îbraahîm

5 Salim Alibeg

6 Bayes Saber

7 Arêz Darabppoor

Piştî hilbijartinê Komîteya Birêvebir yek civîna xwe pêkanî di civînê de kadrên Komîteya Birêvebir dabeşkirin.

Dabeşkirina Karên Komîteya Birêvebir

  • Serok: Salar Kerkûkî
  • Sekreter: Bayes Saber
  • Berpirsê Darayî: Yehya Malek
  • Ragîhandin: Dîndar Xaşo
  • Berpirsê Kulturî: Hemîd Îbrahîm
  • Salim Alibeg
  • Arez Darabppoor

Pêvîste bê gotin ku endamê Komîteya Giştî  kak  Xoshewî Mîrza jî di kongreyê de amade bû. Civîn li gor destûr û bi ewayek demokratîk birêve çû.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin