Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Pirse û Serxweşî

Peyama konfderasyona Revenda Kurdistanî, bo koça dawî ya şaîrê kurd Pola Nanawazadegan

Me bi diltezînî bihîst ku şaîr û siyasetmedar Pola Nanawazadegan ji ber nexweşiya dil koça dawî kiriye. Rêzdar Pola di nav xelkê Mehabadê û di nav komeleyên çandî, edebî û siyasî yên Kurdistanê de, kesekî naskirî bû. Kesayetiyekî helbestvan û edebiyatzan, wênesaz û mirovekî dilsozê Kurd û Kurdistanî bû.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, serxwesîyê bo malbata û hevalên Pola radigîne û xema wan parve dike.

Ruhê wî şad û cîhê wî biheşt be. Carek dî serê malbat û hemû hezkiriyên wî sax be.

27.02.2024

Konfederassyona Revenda Kurdistanî

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin