Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Xuşk û birayên xwe yê Ezîdî tenê nehilin!

Li ragîhandina hukumeta Almanyayê ku li ser wergirtina penaberan û her wisa penaberên ku nêzî 7–8 salin li Almanyayê dijîn, biryar dane ku wan bişînin welatên wan. Di nav wan kesana de nêzî 37.000 kurdên Ezîdî jî hene.

Piraniya Ezdiyên ku îro li Almanyayê dijîn, ji ber erîşên rêxistina terorîst DAÎŞ´ê mecbûr mane ku cîh û warên xwe bi cîh bihêlin û bi zehmetiyên mezin berê xwe bidin welatên Ewrûpayê. Ezîdiyên ku îro li Almanyayê dijîn, ji xwe re jiyanek nû avakirine, dest bi kar kirinê, zarokên wan di dibistanan de dest bi xwedin û perwerdeyê kirine.

Ezîdiyên ku ji Iraqê hatinin, piraniya wan ji devera Şingal û derdorên Şingalê ne. Wek tê zanîn ku Şingal li jêr kontrola hukûmeta Iraqê û rêxista (ne fermî) Heşdî Şabî deye û hemû rojan ji aliyê balafir û dronerên Tirkiyê ve tê bomberan kirin.

Li Şingalê jiyan, ne tenê ji bo Ezîdiyên penaber, her usa ji bo Ezîdiyên ku li wir dijîn jî ne ewlewiye. Zarokên wan bi alîkariya leşkerên Iraqê, ji aliyê rêxistinên terorîst wekî Heşdî Şabî ve tên revandin.  Zilmek mezin li wan tê kirin. Rewş li Iraqê û bi taybetî jî li Şingal û deverên ku Ezîdî lê dijîn gelek aloz e.

Di rewşek usa aloz de şandina Ezîdiyan bo Iraqê, gelek xeter e. Îro li başûrê Kurdistanê nêzî 300 hezar Ezîdî di kampên penaberan de dijîn, eger rewşek ewlekar hebûya wê ew Ezdîyên ku di kampande dijîn vergeriyana ser mal û axa xwe.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bangê hukumeta Almanya dike ku biryara xwe bo vegerandina Ezîdiyan, rawestîne. Bangê hemû Partiyê siyasî yên Alman û rêxististinên demokratîk û mafê mirovan, bo vegerandina Ezîdiyan nav agir, bê deng nemînin.

Em bangê kurdên li Almaya yê dikin ku bibin alîkar ji bo xuşk û birayên xwe yên Ezîdî ku îro li çend bajarên Almanya yê ketine greva birçîbûnê.

Xuşk û birayên xwe yê Ezîdî tenê nehilin!

19-10-2023

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin