Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

JI Raya Giştî Ya Cîhanê Re !

Di van rojên ku raya giştî ya cîhanê behsa êrîşên Hamasê yên li ser Îsraîlê dike û balê dikişîne ser geşedanên muhtemel, dewleta Tirk vê yekê ji xwe re firsend dibîne, hebûna PKK ji xwe re dike hincet û êrîşên xwe yên hewayî û bejayî li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya çend rojên berî niha de gotibû, ewê êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin. Ji wê demê û vir ve, ji aliyê Wezîrê Derve ve, êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de gelek wargehên sivîl, santralên elektrîkê, çavkaniyên avê û hemû çavkaniyên jiyanî zirarek mezin dîtine. Berî 2 rojan, dewleta Tirk a Ceberrût bi balafirên keşfê bombe li Kampa Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê barandibû û di wê bomberdûmanê de gelek sivîl birîndar bûbûn û kamp bû xirbe. Di 14ê Cotmehê de Tirkiyê bi balafirên bêmirov û balafirên şer şêniyên nêzî Amediyê bombebaran kir û gelê li herêmê dijî tirsek mezin dît.

Her çend rayedarên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku di van salên dawî de tu êrîş li dijî Tirkiyê pêk nehatine, lê yekane sedema lezkirina van êrîşên bê sînor û bê perwa yên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, destkeftiyên Kurdan e. Hebûna li herêmê, ji bilî kîn û dijminatiya ku li dijî hebûna wê dimeşe, tiştekî din nîn e, armanca dewleta Tirk bi van êrîşan ew e ku bi temamî Rojavayê Kurdistanê kontrol bike û li wir serdestiya xwe ava bike.

Her wiha dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hebûna PKK ji xwe re dike hincet û armanca wê ew e ku Başûrê Kurdistanê bêîstîkrar bike, rê li ber çareserkirina pirsgirêkan bigire û li herêmê kaosê pêk bîne. Kîn û nefreta ku ji ber bêtehamuliya wê ya li hember destkeftiyên Kurdên Başûrê Kurdistanê derketiye holê, em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin.

Ev helwesta êrîşkar û bêtehemûl a dewleta Tirk a li hember destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, polîtîka hovane û nefreta dewleta Tirk a li herêmê dibe sedema bêîstîqrarî û kaosek giran.

Komara Tirk ji aliyekî ve bi awayekî nerasterast piştgiriya şerê Hamasê yê li dijî Îsraîlê dike, ji aliyê din ve jî hebûna PKK wek hincet nîşan dide, êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike û nîşan dide ku çiqasî durû ye.
Bi bo vê yekê, em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî êrîşên bêhiş û hovane yên dewleta Tirk ên li dijî destkeftiyên gelê Kurd, li dijî van êrîşên bêsînor ên dewleta Tirk helwestek bi biryar nîşan bidin û bi têkoşîna mafdar a netewî û demokratîk a gelê Kurd re hevgirtinê nîşan bidin.

Komkar-Almanya
15.10.2023

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin