Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Yekitiya Jinên Kurdistanê KOMJIN-Almanya, li Kolnê roja jinên Cîhanê 8`ê adarê bi coşek mezin pîroz kir

Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJIN-Almanya, iroj ji bo 8 adare rojen jinên cihanê li Almanya bajare Kölnê calakik li darxist

Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJIN-Almanya, iroj ji bo 8 adare rojen jinên cihanê li Almanya bajare Kölnê calakik li darxist. Calaki bi axaftinê serokê KOMJINê Leyla Suleyman we hat vekirin. Leyla Suleyman, xêrhatina mêvanan kir û piştra rêz li hemû şehîden Kurdistanê hat girtin. Bi rêzgirtinê ve, şeva şahiya Jinan dest pê kir.hatgirtinê calaki destpekir.

Bi dest pêkirinê ve, li ser navê KOMJIN´ê Zehra Topgider daxuyaniya Komjinê ji pêşkeş beşdaran kir.

Desteya mejlîsa PSK`ê ya derwayê welat peyamek pîrozbahiyê ji bo şeva şahiya Komjinê şandibû. Peyama PSK´ê ji aliyê endamê Komiteya PSK´ê ya NRW´ê Lezgîn Berzan ve hate xwendin. Serokê giştî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK´ê Mesud Tek û serokê Konfederasyona Komeleyên kurdistanê li Ewrûpa KOMKAR.eu Kovan Amedî jî peyama pîrozbahiyê şandibûn. Her du peyam jî ji aliyê Zehra Topgider ve hate xwendin.

Koma Muzika Awaz ku ev gruba nêzî 6 mehane li komeleya Komkar Kolnê, bo beşdarî li çalakiya KOMJIN´ê bin amadekarî dikirin. Koma Awaz, bi stranên folklorî û şoreşgerî, şahiyê hîn geştir kir.

Jinên beşdar, ji heremên cuda yên Kurdistanê xwarinên Kurdî yên ji hev xweştir anîbûn çalakiyê û bi hevra xwarin.

Beşdarên çalakiyê gelek bûn. Jinên hemû beşên Kurdistanê beşdariya çalakiya 8`ê Adarê bûbûn. Hejayê gotine ye ku îsal ji rojavayê Kurdistanê gelek jin beşdarî li Çalakiya KOMJIN´ê kirin. Jin û keçên beşdar bi kincên xwe yên kurdî rengek gelek xweş dabûn şevê.

Şahiya Komjinê, li ber musîka Koma Awaz, bi stran û dîlanên kurdî, heta derengê şevê dom kir.

KOMJİN-Yekîtiya Jinên Kurdistan

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin