Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan HEVBENDÎ yê ji Dil ve Pîroz Dikim

Ji bo rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanî ku armanca wan rizgariya neteweyî û bidestxistina mafên neteweyî yên gelê Kurd e, avakirina yekîtiya neteweyî her çiqas zehmet be jî, ew bi qasî wê zehmetiyê pêwîstiyeke dîrokî ye. Ji ber ku rêya gihîştina armancên neteweyî, di heman demê de ji yekbûna hêzên xwedî ramanên siyasî û avahiyên rêxistinî yên cuda li dora berjewendiyên hevpar ên neteweyî û ji têkoşîna hevbeş derbas dibe.

Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan HEVBENDÎ yê ji Dil ve Pîroz Dikim

Kovan Amedî

Ji bo rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanî ku armanca wan rizgariya neteweyî û bidestxistina mafên neteweyî yên gelê Kurd e, avakirina yekîtiya neteweyî her çiqas zehmet be jî, ew bi qasî wê zehmetiyê pêwîstiyeke dîrokî ye. Ji ber ku rêya gihîştina armancên neteweyî, di heman demê de ji yekbûna hêzên xwedî ramanên siyasî û avahiyên rêxistinî yên cuda li dora berjewendiyên hevpar ên neteweyî û ji têkoşîna hevbeş derbas dibe.

Di çarçoveya vê nêrînê de, ku armanca wê bidestxistina mafên neteweyî yên Kurdistanê ye, di 7’ê Mijdara 2026’an de li Amedê civîneke bi beşdariya berfireh pêk hat û Platforma Yekîtiya Neteweyî ya bi navê HEVBENDÎ hat damezrandin û îro 9´ê Mijdara 2026´an de jî, ji raya giştî re hate ragihandin.

Berî her tiştî, ez hemû pêkhateyên HEVBENDÎ’ê ji dil û can pîroz dikim. Bi taybetî, ez ked û hewldanên partiyên Kurdistanî yên ku xwedî dîrokeke siyasî, tecrûbe û serpêhatiya têkoşînê ya zêdetirî nîv sedsalê ne, ji bo pêkanîna vê yekê bi nirx û pêzanîn dibînim.

Di vê derfetê de, dixwazim bi taybetî Serokê Giştî yê PSK’ê Birêz Bayram Bozyel û Serokê Giştî yê PWK’ê Birêz Mustafa Özçelik ji dil û can pîroz bikim. Her wiha, ez hemû partî, kom û kesayetiyên Kurdistanî yên ku di vê avabûnê de cih digirin, ji ber ku ev berpirsiyariya dîrokî li ser milên xwe girtine, bi rêz û hurmet silav dikim.

Yekîtiya neteweyî ew e ku hêzên xwedî raman, nêrîn û avahiyên rêxistinî yên cuda, nasname û cudahiyên xwe biparêzin, lê li dora daxwaz û armancên hevpar ên neteweyî bicivin û bi hev re têbikoşin. Yekîtî wateya wê nîne ku herkes heman ramanê hebe an jî di heman xeta siyasî de cih bigire. Berevajî vê, yekîtî ew îradeya hevbeş e ku cudahiyan wek dewlemendiyekê qebûl bike û li gorî armancên hevpar tevbigerin.

Lê divê ev yek ji bîr neçe ku avakirina yekîtiya neteweyî tenê destpêka vê pêvajoyê ye. Ya herî zehmet û girîng ew e ku ev yekîtî were gihîştin û pêşxistin, bibe yekîtiyeke sazûmanî, bingeha wê ya civakî fireh bibe û veguherî îradeyeke neteweyî ya bihêz ku xelkê li dor xwe bicivîne.

Yekîtî, pêşî berjewendiyên neteweyî esas digrê, ne berjewendiyên kesane û rêxistinî. Kesên ku bi navê yekîtiyê siyasetê dikin, divê pêşîniya wan ne bihêzkirina rêxistin an jî pozîsyona xwe ya kesane be, divê pêşîniya wan pêkanîna armancên neteweyî yên hevpar ên gelê Kurd be. Her aliyê ku di vê platformê de cih digire, mafê xwe ye ku nasnameya xwe ya siyasî û rêxistinî biparêze, lê di heman demê de bi hişmendiya berpirsiyariya hevpar tevbigere.

Her wiha, divê ziman û ûslibê kesên ku bi navê yekîtiya neteweyî siyasetê dikin li gorî vê berpirsiyariyê be. Li şûna daxuyaniyên bertek, tawanbarkirin, an xwe-propagandayê li hember her rexneyek, ramanek cuda, an helwestên siyasî, divê rêbazek aram, avaker, berfireh û ji hêla siyasî ve gihîştî were pejirandin. Ji ber ku yekîtî ne tenê bi weşandina daxuyaniyek hevbeş, lê di heman demê de bi çandek rêzgirtina hevbeş, bawerî, tolerans û berpirsiyariyê tê parastin û domandin.

Yekîtî ne yekrengî ye; yekîtî ew e ku em tevî cudahiyên xwe li dora armancên hevpar bicivin!

Yekîtiya neteweyî divê ji bo gelê Kurd hêvî, heyecan û baweriyê biafirîne. Gel dixwaze di vê avabûnê de hêviyeke ji bo pêşeroja xwe, îradeyeke ji bo bidestxistina daxwazên neteweyî û wê nêzîkatiya têkoşîna hevbeş a ku salên dirêj e li benda wê ye, bibîne.

Ji ber vê yekê, berpirsiyariya ku li ser milên pêkhateyên HEVBENDÎ’ê ye, ne tenê berpirsiyariyeke siyasî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî û civakî ye. Divê hêviya gel neyê şikandin, veguherandina sozên dayî di xebatên ber bi çav û gihandina têgihiştina yekîtiya neteweyî bo hemû beşên civakê, girîngiyeke mezin heye.

Avakirina yekitiyê çiqas girîng e, ew qas jî girîng e ku were parastin, pêşxistin, bihêzkirin û bibe yekîtiyeke domdar. Ev berpirsiyarî ne tenê li ser milên rêvebirên platformê ye, lê aîdî hemû partî, kom û kesayetiyên ku di nav HEVBENDÎ’ê de cih digirin e.

Divê ji bîr nekin ku têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê dozeke hevpar e ku divê ji berjewendiyên kesane û rêxistinî bilindtir were dîtin. Serkeftina vê dozê ne bi pêşbazî û reqabetê di navbera hêzan de, lê bi şiyana wan a tevgera hevbeş di demên ku berjewendiyên neteweyî di pêş de ne, pêk tê.

Divê ev destpêka HEVBENDÎ’ê bibe destpêka serdemeke nû; serdemek ku tê de xeletiyên ji hev veqetîn û tecrûbeyên yekîtiyê yên bêserûber ên rabirdûyê neyên dubarekirin, û li şûna wan baweriya ji hev, aqilê hevpar û berpirsiyariya neteweyî bibin bingeha xebatê.

Daxwaz û hêviya min ew e ku HEVBENDÎ bi demê re veguhere platformeke yekîtiya neteweyî ya bihêz û domdar; platformeke ku beşên civakî yên berfireh hembêz bike û di nav xwe de bicivîne, pêşketinên neteweyî yên her çar parçeyên Kurdistanê û berjewendiyên hevpar ên gelê Kurd li ber çavan bigire.

Ez serkeftinê ji HEVBENDÎ’ê re dixwazim û hêvî dikim ku ev gavê dîrokî di têkoşîna yekîtiya neteweyî û azadiya gelê Kurd de bibe sedema pêşketin û pêşveçûneke girîng.

09.11.2026

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin