Yekbûna Hêzên Pêşmerge di bin banê Wezareta Peşmerge de û gavên li dû wê bên avêtin

Beşa Sêyem

Bo pêkhateya siyasî ku armanca wê dewletbûn e, pêwendiyên wê ne tenê bi welatên cîran wekî Tirkiye û Îran re, her wiha pêwendiyên bi DYA, welatên Ewropayê, welatên Ereb û rêxistinên navneteweyî re jî gelek girîng in.

Yekbûna Hêzên Pêşmerge di bin banê Wezareta Peşmerge de û gavên li dû wê bên avêtin

Beşa Sêyem

Kovan Amedî

  1. Pêşxistina siyaseta hevpar ya derve û stratejiyeke dîplomasiya neteweyî

Bo pêkhateya siyasî ku armanca wê dewletbûn e, pêwendiyên wê ne tenê bi welatên cîran wekî Tirkiye û Îran re, her wiha pêwendiyên bi DYA, welatên Ewropayê, welatên Ereb û rêxistinên navneteweyî re jî gelek girîng in.

Divê siyaseta derve ya Kurdistanê de,ji nêrînên cuda û nakok yên partiyan xwe rizgar bikin û li ser bingeha stratejiyek dîplomasiya neteweyî ya hevpar were avakirin.

Pêwendiyên aborî bi Tirkiyeyê re, pêwendiyên ewlehiyê û herêmî bi Îranê re, mijarên destûrî bi Bexdayê re û pêwendiyên ewlehî, aborî û dîplomatîk bi DYA û Ewropayê re divê bi awayekî hevseng bên birêvebirin.

Ev nêzîkatî nayê wê wateyê ku divê bi hemû welatan re heman siyaset bê şopandin. Wateya wê ew e ku pêwendiyên bi her welatekî re divê li gorî berjewendiyên demdirêj ên Kurdistanê bên nirxandin û rêgezeke dîplomatîk a domdar ku berjewendiyên neteweyî diparêze, were avakirin.

Di pêwendiyên navneteweyî de pêbawerî, îstîqrara siyasî û têgihiştineke hevpar a temsîliyê ji bo serkeftina hewldanên derbarê statûya pêşerojê ya Kurdistanê de roleke diyarker dilîzin.

  1. Ça​​reserkirina pirsa sînor û herêmên nakokin

Diyarkirina sînoran û zelalbûna desthilatdariyê li ser axê ji mijarên bingehîn ên pêvajoya dewletbûnê ye.

Divê çareseriya statûya herêmên nakokin, bi taybetî Kerkûkê, ne tenê ji aliyê hêza leşkerî ve were nirxandin. Divê mekanîzmayên hiqûqî, siyasî û dîplomatîk bên pêşxistin; pêvajoyên destûrî û mafên gelên têkildar jî bên parastin.

Macratiya leşkerî dikare destkeftiyên bidestxistî bixe xeteriyê û di heman demê de aloziyên li herêmê zêde bike. Ji ber vê yekê, divê nêzîkatiyeke biîrade lê realîst, li ser bingeha yasayê û dirêjdem were qebûlkirin.

  1. Pêşxistina hişmendiya neteweyî ya hemwelatiyan

Li gorî min, yek ji mijarên herî girîng avakirina hişmendiyeke hevpar a hemwelatiya neteweyî ye.

Divê mirovên li Kurdistanê xwe ne tenê wekî endamên PDK, YNK an partiyeke din a siyasî bibînin, lê ya herî baş xwe wekî endamên civakeke siyasî ya hevpar a Kurd û Kurdistanî bibînin.

Dibe ku pêşbaziya di navbera PDK û YNK de bidome. di pergaleke demokratîk de pêşbazî di navbeyna partiyên siyasî de tiştekî asayî ye. Lê divê ev pêşbazî nebe sedema dabeşkirina saziyên dewletî di navbera partiyan de yan jî bikaranîna çavkaniyên giştî li gorî berjewendiyên xwe bikar neynin.

Divê saziyên dewletê ji hemû partiyên siyasî bilindtir bin û li hember hemû hemwelatiyan bi heman pîvanê nêzîk bibin. Divê mirov, bêyî ku nêrîna wan a siyasî çi be, ji dad, ewlehî, perwerde û xizmetên giştî bi awayekî wekhev sûdê werbigirin.

Her ku hişmendiya hemwelatiya neteweyî bihêztir bibe, pêbaweriya li hember saziyên hevpar jî dê zêde bibe. Ev yek dê bingeha him yekîtiya neteweyî û him jî pêvajoya dewletbûnê bihêztir bike.

Modela dewletbûnê ya pênc di qonaxan

Pêvajoya li pêşiya Başûrê Kurdistan, dikare di pênc qonaxên bingehîn de were nirxandin:

  1. Yekîtiya leşkerî: Veguherandina hêzên Peşmerge bo artêşeke neteweyî û sazûmanî di bin yek fermandariyê de.
  2. Yekîtiya sazûmanî: Avakirina bûdceyeke hevpar, misogerkirina serweriya yasayê û dadweriya serbixwe, û damezrandina pergaleke ewlehiyê ya yekgirtî.
  3. Hêza aborî: Berhemên pircurereng, misogerkirina şefafiyeta darayî û avakirina avahiyeke aborî ya domdar.
  4. Hêza dîplomatîk: Pêşxistina pêwendiyên bi Bexdayê û civaka navneteweyî re li gorî stratejiyeke neteweyî ya hevpar.
  5. Statûya siyasî: Xurtkirina statûya federal û, heke serxwebûn wekî armanceke pêşerojê were hedefgirtin, avakirina şiyana sazûmanî û rewaîyeta navneteweyî ya ji bo vê armancê bê kirin.

Ev qonax ji hev bi tevahî serbixwe nînin. Ew hev temam dikin û hev bihêz dikin. Bêyî yekîtiya leşkerî, ewlehî lawaz dimîne; bêyî saziyên bihêz, pêşketina aborî nayê domandin; bêyî îstîqrara aborî û siyasî jî bihêzkirina rewaîyeta navneteweyî dijwar dibe.

Encam: Yekbûna Peşmerge destpêk e, lê ne dawî ye

Yekbûna hêzên Peşmerge gaveke dîrokî û gelek girîng e ji bo pêşeroja Başûrê Kurdistanê. Lê serkeftina rastîn a vê gavê girêdayî vê yekê ye ku yekbûn tenê li ser kaxezê nemîne. Divê hemû avahiyên leşkerî, kontrola butçeyê, bi pergaleke hevpar a fermandariyê ve bên girêdan.

Li gorî agahiyên ku ji bo sala 2026an hatine eşkerekirin, nêzîkî 88 hezar û 900 personelên Peşmerge di çarçoveyeke yekgirtî de hatine rêxistinkirin û di pêvajoya reformê de armanc ew e ku ew di bin desthilatdariya yek Wezaretê de bên girêdan. Eşkerekirina vê agahiyê ji aliyê Wezîrê Peşmerge yê Kurdistanê, Şoreş Îsmaîl Ebdullah, ve di 21ê Îlonê de hate ragîhandin, di vê pêvajoya ku em têda ne, gavek girîng û pîroz e.

Îmtehana herî mezin a pêşerojê ew e, ku bandora kevneşopî ya PDK û YNK li ser hêzên leşkerî veguhere ser avahiyeke dewletî ya mayînde, şefaf û bersîvdar bibe. Ev veguherîn ne tenê reformeke leşkerî ye, di heman demê de îradeya siyasî, pêbaweriya hevdu û berpirsiyariya neteweyî jî dixwaze.

Erka bingehîn a li pêşiya Kurdan ew e ku destkeftiyên ku heta niha bi dest xistine biparêzin û wan veguherînin ser saziyên bihêztir, aboriyeke xurtir, dîplomasiya bi bandortir û yekîtiyeke neteweyî ya berfirehtir.

Divê neyê jibîrkirin ku yekbûna Peşmerge di riya dewletbûnê de destpêkeke girîng e. Serkeftina sereke ewe ku bikaribin vê destpêkê veguherînin avahiyeke bihêz, demokratîk sazûmaniyêk siyasî ku di qada navneteweyî de xwedî rêz û qîmet be.

Pêşeroja Kurdistanê ne tenê bi hêza leşkerî, lê her wiha bi yekîtiya neteweyî, aqilê siyasî, hêza saziyên wê û îradeya hevpar a gelê wê ve girêdayî ye.

 

 

 

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin