Li Komeleya Komkar-Kolnê Qursa Zimanî Kurdî (Zazakî) Dest Pê Kir.

Îro, 07.11.2026’an, qursa zimanê Kurdî ya zaravaya Zazakî li Komeleya Komkar a Kölnê dest pê kir. Mamosta Gülfer Turhalî û mamostê Hesen di destpêkê de bi beşdarên qursê re derbarê naverok û armancên qursê de agahîyen berfirê û girîngiya fêrbûna zimanê Zazakî anî ziman.

Wan di axaftina xwe de diyar kir ku Kurdî bi zaravayê xwe yê Zazakî zimanekî dewlemend û xweş e û divê ji bo parastin û zindîkirina vî zimanî xebat bê kirin. Her wiha bang li ciwanan kir ku hînî zaravaya zimanê Zazakî bibin û zimanê xwe biparêzin.

Di civînê de pêşniyarên beşdaran jî hatin guhdarkirin û nîqaşkirin.

Di encama civînê de biryar hat girtin ku qurs her hefte roja Şemiyê, di navbera saet 13.00 û 14.30’an de were lidarxistin.

Di dawiya civînê de mamoste û şagirtan kêfxweşiya xwe ji destpêkirina vê qursê re anî ziman.

Bi destpêkirina vê qursê re, gaveke girîng ji bo fêrbûn, parastin û veguhastina zimanê Zazakî ji nifşekî bo nifşê din hate gotin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin