Wek KOMKAR, em tekez dikin ku paraztina maf û azadiyên demokratîk û lidarxistina xwepêşandan û meşên aşitîxwaz û demokratîk ji bo bidestxistina wan, mafekî bingehîn e. Di heman demê de, em balê dikişînin ser vê yekê ku divê ev maf di çarçoveya demokratîk a ku ji aliyê qanûnan ve hatiye diyarkirin, bên bikaranîn.
Em kiryarên ku qanûn paşguh dikin, dibin sedema talankirina milkên giştî û cihên kar û bi hêzên ewlehiyê re vediguherin pevçûn û şer, rast nabînin. Em tundûtûjî, wêrankirin û hewldanên talankirinê bi awayekî eşkere şermezar û mehkûm dikin.
Mafên demokratîk tenê dema ku bi rêbazên aşitîxwaz, rewa û demokratîk bên paraztin, bihêztir dibin.
JI RAYA GIŞTÎ RE
Di hefteya borî de, bi pêşengiya ciwanan, li gelek welatên Ewropayê, bi taybetî li Fransa û Almanyayê, çalakî û meşên cuda hatin lidarxistin.
Em bawer dikin ku beşek girîng ji daxwazên ku di van çalakiyan de ji aliyê ciwanan û beşên cuda yên civakê ve hatine bilêvkirin, rewa, mafdar û demokratîk in.
Em bawer dikin ku divê hikûmet û saziyên berpirsiyar van daxwazan li ber çavan bigirin û ji bo çareserkirina wan gavên pêwîst bavêjin.Ji mafên bingehîn ên demokratîk e ku ciwan û beşên din ên civakê, di çarçoveya aştîxwazî û qanûnî de, daxwazên xwe bigihînin desthilatdarên têkildar û raya giştî. Em di wê bahweriyê de ne ku divê mirovên li Almanya, Fransa û welatên din ên Ewropayê dijîn, bikaribin mafên xwe bi awayekî azad, aşitîxwaz û bi rêbazên demokratîk bikar bînin.
Lêbelê, em bi awayekî eşkere kiryarên tundûtûjiyên ku di dema van xwepêşandan û meşan de ji aliyê hin koman ve hatine kirin, hewldanên ku aramiya giştî xirab dikin, şikandina camên cihên kar û dikanan, hewldanên talankirinê û êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê qebûl nakin. Em bawer dikin ku ev kiryar ne xwedî tu hincetên rewa ne û di heman demê de zirarê didin rewayiya daxwazên demokratîk.
Wek KOMKAR, em tekez dikin ku paraztina maf û azadiyên demokratîk û lidarxistina xwepêşandan û meşên aşitîxwaz û demokratîk ji bo bidestxistina wan, mafekî bingehîn e. Di heman demê de, em balê dikişînin ser vê yekê ku divê ev maf di çarçoveya demokratîk a ku ji aliyê qanûnan ve hatiye diyarkirin, bên bikaranîn.
Em kiryarên ku qanûn paşguh dikin, dibin sedema talankirina milkên giştî û cihên kar û bi hêzên ewlehiyê re vediguherin pevçûn û şer, rast nabînin. Em tundûtûjî, wêrankirin û hewldanên talankirinê bi awayekî eşkere şermezar û mehkûm dikin.
Rêxistina me KOMKAR, bi dîrokek ji nîv sedsalê zêdetir, li gor qanûnên Almanyayê hatiye damezrandin. Ew saziyek civaka sivîl a bi rêz e ku girêdayî nirxên demokratîk e. Rêxistina me ji roja damezrandina xwe ve, rêzgirtina ji qanûnê, têkoşîna demokratîk û têgihiştina çalakiyên aştîxwaz wek prensîbên bingehîn ên xwe qebûl kiriye. Rawestandina li hemberî her cure kiryarên tundûtûjiyê, yek ji prensîbên neguherbar ên rêxistina me ye.
Bi vê wesîleyê, em wek KOMKAR bang li Kurdên dîasporayê dikin:
Em girîng dibînin ku Kurd piştgirî bidin xwepêşandan û meşên aştîxwaz ên ku ji bo maf û azadiyên Kurdan tên lidarxistin û daxwazên xwe yên demokratîk bi azadî bibêjin. Lêbelê, em bi tekez dikin ku divê di vê pêvajoyê de ji kiryarên tundûtûjî, talankirin, xirabkirina aramiya giştî û pevçûnê dûr bisekinin.
Mafên demokratîk tenê dema ku bi rêbazên aşitîxwaz, rewa û demokratîk bên paraztin, bihêztir dibin.
KOMKAR-Yekitìya Komelên Kurdistan.
03.11.2026