Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Olof Palme hete bi bîranîn

OLOF PALME BI SEMÎNEREK JI ALIYÊ KOMKAR-SWÊD VE HATE BIBÎRANÎN

KOMKAR-Swêd, di roja 28 meha Sibatê, saet li dora 13:30 da serdana Qebra Olof Palme kir û sepeta gulan danî ser qebra wî.

Palme, êvarê jî li hola Kitêbxaneya Kurdî da bi semînerek ji layê nivîskar /dîrokzan Henrîk Berggren û mamoste/ werger Vîldan Tanrikulu ve, bi beşdarîya gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd û Swêdî ve hat bibîranîn.

Civîn ji aliyê Seyran Yildiz Amedî ve bi deqeyek rêzgirtin ji bo Olof Palme û hemû şehîdên aşîtiyê û azadîyê ve hat vekirin.

Berê ku semînervan gotarên xwe pêşkeş bikin Kovan Amedî, serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpayê, KOMKAR.eu yê, li ser mebesta bibîranîna Olof Palme axaftinek kurt pêşkeş kir.

Amedî dîyar kir ku;

”Piştgiriya Olof Palme ya navdewletî, bi taybetî piştgirî û dostayetiya wî ya ji bo Kurdan bi girîngî dinirxîne.

KOMKAR dixwaze bide nîşandan ku Kurd dostê dostê xwe ne. Rêzgirtinek mezin dide dostayetî û piştgiriya dostên Kurdan.

”Îro me bi dostek wek Olof Palme dest pê kir. Lê em dizanin ku di nav partiyên Swêdî da gelek dostên me yên din jî hebûn û henin. Wezîra derve ya kevn Anna Lindh, Ji partiya Çep wek parlamenter Oswald Soderkvist û CH Hermansson, nuha jî wezîra derve ya Swêdê Liberal parlamenter Maria Leissner û Fredrik Malm, ji Partiya Moderata

page1image9611968

Ann Linde, parlameter Tomas Hammarberg, ji Partiya

Margareta Cederfelt û her wisa di nav

page1image9612160 page1image9612544

hunermendên Swêdî da jî gelek dostên kurdan henin. Ji ber piştgiriya wan ji bo kurdan,

page1image9612736

em spasiya wan jî dikin. ”

Nivîskar û dîrokzan Henrîk Berggren, bi awayek gelek fireh behsa jiyana Palme ya civakî,

siyasî û her usa behsa siyaseta wî ya netewî û navnetewî, piştgiriya wî ya ji bo gelên

bindest kir. Hêjayî behskirinêye ku Henrîk Berggren nivîskarê pirtûka bîyagrafî ya 800

rûpelî ya Olof Palmeyê ye.

page1image9613504

Piştî çend pirs û bersîvan mamoste û werger Vîldan Tanrikulu li ser ”Olof Palme, ji bo

page1image9613696

Kurdan tê çi wateyê?” Bi hûrgilî behskir.

Tanrikulu, di axaftina xwe de dîyar kir ku ”eger mirov Olof Palme nas neke û nizanibe ku

Olof Palme ji bo kîjan nirx û hêjahîyên fikrî û pratîk ya navneteweyî kar kirîye dê mirov

nikaribe wate û piştgirîya Olof Palme ji bo gekê Kurd û doza wî fahm bike. Olof Palme ev

piştgirîya xwe bi nivîskar o rojnamevanê Kurd Mahmut Baksî re di hevpevîna xwe ya

meha Tebax a 1980yan de bi zimanek vekirî dîyar kirîye. Olof Palme û telebeyên wî yên

mîna Anna Lîndh, Ingvar Carlsson û gelekên din di rêya Olof Palme de bûne piştgir û

alîkarê doza azadî ya gelê Kurd.”

page1image9615232

Semînervan û gelek ji beşdaran, ji bo amadekarya vê çalakiyê spasiyên xwe pêşkeşî

[sgdg path=”OLOF PALME BI SEMÎNEREK JI ALIYÊ KOMKAR-SWÊD VE HATE BIBÎRANÎN”]

page1image9615424

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin