Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Salvegera Referandûma Kurdistanê

Di dîroka gelan da hin rojê teybet û diroki henê. Wek tê zanîn salek berê di roja 25`ê Îlon 2017`an da, bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûmek pêk hat. Wê rojê gelê Kurdistanê bi îradeyek azad çûn ser sandoqan. Bi rêjeya %93`ê dengan gotin erê bo dewletbûna Kurdistanê.

Referandûma 25`ê Îlon 2017`an di dîroka gelê Kurdistanê cîhek xwe yê taybet û girîng heye.

Wek hun jî dizanin ku di pêvajoya refedrandûmê da dewletên dagîrker yên wek Tirkiye, Îran û Iraq, erîş û tehdîtên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî li ser rêzdar serok Mesûd Barzanî, bi hemû ewayî didomandin.

Lê serokê herema Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û gelê kurdistanê guh nedan tehdît û erîşên dewletên dagîrker û referandûmê pêkanîn. Gelê Kurdistanê daxwaza li ser jiyana xwe bi riyek demokratîk, di referandûmê da îradeya xwe bi rêjeya %93`yên dengan bo serxwebûna Kurdistanê gote erê.

KOMKAR.eu 3 roj berî referandûmê ango di roja 22 Îlon 2017`an da, li dijî erîş û tehdîdên dijmin, bo raya giştiya Kurdistaniyan daxuyaniyek bi vî awayî belav kiribû û di daxuyaniya xwe da usa gotibû: ” Divê ev coş û germiya ku li dîyasporayê nîşan daye, her berdewam be. Divê ew komîte û dezgehên ku çalakiyên ku li dîyasporayê li dar xistine, di karên xwe da her berdewam bin.

Divê em îhtimala hemû cure tehdît û erîşên dijmin bihesibînin û li hember hemû cue tehdît û erîşan amade bin.”

Mixabin ku leşkerên Iraqê bi alîkariya Heşdî Şaab ya Îranê û bi alîlkariya îxaneta nav xweyî, Kerkûk û heremên kurdnişînên ku dikeve nav maddeya 140, bi erîşên xwînrijî dagîr kirin.

Dagîrkeriya Iraq û dewletê din yê heremê, nikare îradeya gelê Kurd betal bike. Gelê Kurdistanê di referandûmê da îradeya xwe bi rêjeya %93 daye xuyakirin. Ev îradeya mafekî her xwezayî ya gelê Kurde û tu caran nayê betalkirin.

KOMKAR.eu Gustavslunds vägen 168 A 1Tr. Bromma Sweden

Telefon +46(0)70 5558141

www.komkar. eu.com Mail:info@ko mkareu.com

Îradeya gelê Kurdistanê di referandûma 25`ê Îlon 2017`an da, tapuya serxwebûna Kurdistanê ye. Tu hêz û alî, wê nikaribin pêşiya li daxwaza rewa ya gelê kurdistanê bigrên. Yan îro yan jî sibê, wê serxwebûna Kurdistanê pêk bê û Kurdistan jî bi dewletek azad û demokrat.

KOMKAR.eu
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa

25 ilon 2018

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin