Yekbûna Hêzên Pêşmerge di bin banê Wezareta Peşmerge de û gavên li dû wê bên avêtin. Beşa duwem

Gavên bingehîn yên ku li pêşiya Başûrê Kurdistanê ne
Yekbûna hêzên Peşmerge fersendeke girîng e ji bo ku Başûrê Kurdistanê di pêvajoya dewletbûnê de bikeve qonaxeke nû. Lê ji bo ku ev fersend were nirxandin, divê pêşketina di warê leşkerî de bi reformên  siyasî, hiqûqî, aborî û dîplomatîk de jî were piştgirîkirin.

Yekbûna Hêzên Pêşmerge di bin banê Wezareta Peşmerge de û gavên li dû wê bên avêtin.

Beşa duwem

 

Gavên bingehîn yên ku li pêşiya Başûrê Kurdistanê ne

Yekbûna hêzên Peşmerge fersendeke girîng e ji bo ku Başûrê Kurdistanê di pêvajoya dewletbûnê de bikeve qonaxeke nû. Lê ji bo ku ev fersend were nirxandin, divê pêşketina di warê leşkerî de bi reformên  siyasî, hiqûqî, aborî û dîplomatîk de jî were piştgirîkirin.

Armancên bingehîn ên li pêşiya Başûrê Kurdistanê dikarin di du çarçoveyên sereke de bên nirxandin:

  1. a) Xurtkirina statûya federal: sepandina ya maf û desthilatên ku di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de hatine diyarkirin, bihêzkirina saziyên heyî û pêşxistina şiyana Herêma Kurdistanê bêkêmasî bê rêvebirinê.
  2. b) Di pêşerojê de, avakirina rewaîyeta serxwebûnê di qada navneteweyî de: Bi pêwendiyên navneteweyî, amadekirina mercên pêwîst ji bo vebijarkên statûya siyasî, avakirina saziyên bihêz, yekîtiya neteweyî, û aboriyek domdar dibe.

Yekbûna hêzên Peşmerge di bin banê Wezareta Peşmerge de, ji bo dewletbûnê gaveke sazûmanî ya gelek girîng e. Lê ev bi tena serê xwe nayê wê wateyê ku dewletbûnê. Ji bo dewleteke nûjen, ne tenê artêş, lê hiqûq, aborî, dîplomasî, hişmendiya hemwelatiyê, rêveberiya sînor, saziyên bi bandor û rewaîyeta demokratîk jî pêwîst in.

  1. Veguherandina hêzên Peşmerge bo saziyeke mayende ya neteweyî

Pirsa herî girîng êdî tenê yekbûna hêzên Peşmerge nîne; mijara bingehîn ew e ku ev avahî ji bandora rasterast a partiyên siyasî were derxistin û bibe saziyeke neteweyî.

Erka Peşmerge ne xizmetkirina partiyeke siyasî ye, lê xizmetkirina gelê Kurdistanê û saziyên destûrî ye. Divê rêza fermandariyê yek û zelal be. Divê, bûdceya leşkerî, sîstema terfîkirinê, envantera çekan, îstîxbarat û rêveberiya personelê di çarçoveyeke hevpar, şefaf û kontrolbar de bêne birêvebirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di gelek derfetan de tekez kiriye ku divê Peşmerge ji bandora partiyên siyasî dûr be û bibe hêzeke neteweyî. Divê ev fikir û daxwaza, tenê di asta gotineke siyasî de nemîne, divê bi reformên konkret were sepandin.

Veguhertina Peşmerge bo saziyeke neteweyî him ji bo ewlehiya Kurdistanê û him jî di pêvajoya dewletbûnê derolekî pêbawer û diyarker dilîze.

  1. Avakirina pergaleke ewlehiyê ya yekgirtî

Reforma ewlehiyê divê tenê bi yekbûna hêzên Peşmerge re sînordar nemîne. Divê di navbera Peşmerge, Asayîş, Zêrevanî, yekîneyên dijî-terorê, saziyên ewlehiya sînor û saziyên îstîxbaratê de dabeşkirina erk û desthilatan bi awayekî zelal bê diyarkirin.

Di rêveberiyeke sazûmanî de, li hember hemwelatiyan ne hêzên çekdar ên ku ji hev serbixwe tevdigirin hebin, lê divê pergaleke ewlehiyê ya yekgirtî hebe ku erkên wê diyar bin û di çarçoveya qanûnê de bixebite.

Berpirsiyariyên her saziyê, desthilatên wan û pêwendiyên wan bi hev re divê di çarçoveyeke hiqûqî de bên diyarkirin. Her wiha, mekanîzmayên kontrolê jî divê bên avakirin.

  1. Misogerkirina serweriya yasa û dadweriya serbixwe

Di dewletbûnê de, serweriya yasa yê bi qasî hêza leşkerî, heta di demeke dirêj de ji wê jî zêdetir beşa herî girîng e.

Kurdistan pêdivî bi nîzameke destûrî ya bihêz, dadgehên serbixwe û bêalî, hiqûqeke ewle ji bo milk û veberhênanê, pergaleke bi bandor a mafên mirovan û saziyên serbixwe yên li dijî gendeliyê, heye.

Divê pergaleke hiqûqî were avakirin ku tê de tu kes, ji ber pozîsyona xwe ya siyasî, hêza xwe ya aborî yan girêdana xwe ya bi partiyan re, ne li ser yasayê be. Divêm mafên hemwelatiyan bên garantîkirin, divê saziyên giştî bersivdar bin û gihîştina dadê ji bo her kesî vekirî be.

Bêyî bihêzkirina pergala hiqûqê, ne pêşketina aborî dikare mayînde be û ne jî dikare pêbaweriya hemwelatiyan bi saziyên dewletê bi tevahî were bidestxistin.

  1. Bihêzkirina serxwebûna aborî û sazûmaniya darayî

Avahiya aborî yek ji qadên herî girîng ên pêvajoya dewletbûnê ye. Aboriya ku tenê xwe dispêre dahatên petrolê, di demeke dirêj de bi tena serê xwe têrê nake. Divê Kurdistan çavkaniyên xwe yên aborî cihêreng bike û şiyana hilberînê ya xwe zêde bike.

Divê ji bilî petrol û gaza xwezayî, di warên çandiniyê, pîşesaziyê, geştûguzarî, bazirganî, bankayê, teknolojiyê û hilberîna enerjiyê de veberhênanên domdar bên kirin. Divê sektora taybet were piştgirîkirin, ji bo ciwanan derfetên kar bên afirandin û aboriyeke li ser bingeha hilberînê were pêşxistin.

Li gel vê yekê, divê di warê budçeyê de pergaleke yekgirtî ya tam û şefaf were avakirin. Divê dahatên petrolê, bac, lêçûnên giştî û pêvajoyên deyndarkirinê bên kontrolkirin. Divê hemwelatî bikaribin fêm bikin ku çavkaniyên giştî çawa tên bikaranîn û divê ev pêvajo ji kontrola serbixwe vekirî be.

Di reformên Rêveberiya Herêma Kurdistanê de, rêveberiya dahatan û şefafiyet mijara herî girîng e. Veguherandina van armancan bo encamên konkret û mayînde dê alîkariya bihêzkirina pêbaweriya aborî û şiyana sazûmanî bike.

Serxwebûna aborî ne tenê bidestxistina dahatên zêdetir e, lê di heman demê de rêvebirina çavkaniyên giştî bi awayekî adil, bi bandor û domdar e.

Erka yek ji sereke ya ku Herêma Kurdistanê, ne tenê parastina çavkaniyên heyî ye, bi qasî wê vejandin û pêşxistana wan gringe. Çalakiyên aborî divê ji çavkaniyên xwezayî wêdetir biçin, divê hilberîn, teknoloji, çandinî, pîşesazî û karên bi kalîte werin piştgirîkirin. Her wisa veguherandin û pêşxistana wan destkeftiyên mayînde şert û mercên jiyana nifşên pêşerojê baştir dike.

  1. Nûjenkirina pêwendiyên bi Bexdayê re

Divê di derbarê pêwendiyên bi Bexdayê re de siyaseteke hişyar, biîrade û demdirêj were şopandin. Di çarçoveya destûrî ya heyî de, Herêma Kurdistanê herêmeke federal a Iraqê ye. Pêşmerge jî hêzeke ewlehiyê ya herêmî ye ku di çarçoveya bendên têkildar ên Destûra Bingehîn a Iraqê de tê nasîn.

Ji ber vê yekê, li pêşiya Hewlêrê du armancên stratejîk hene ku pêwîst e yek ji wan ya din betal neke:

  1. a) Xurtkirina statûya federal di nav Iraqê de, garantîkirina mafên destûrî û danîna pêwendiyên bi Bexdayê re li ser bingeheke hiqûqî ya bihêz.
  2. b) Eger di demek dirêj dewletek serbixwe bê armanckirin, divê şîyana sazûmanî ya vê armancê û amadekirina mercên siyasî û dîplomatîk yên guncav, ji bo bi destxistina rewayetiya wê ya navnetewî, kar bê kirin.

Ji aliyê stratejîk ve, siyaseta herî aqilmend, di şûna gavên ku dikarin destkeftiyên heyî bixe xeteriyê,  divê pêşî girîngî bo bihêzkirina şîyana dewletê bê dayîn.li gel vê jî, eger serxwebûn wek armancekî be, divê ev armanc bi stratejiyek aşîtîyane, demokratîk û her usa bi liberçavgirtina pêyvendiyên navneteweyî ve were pêşxistin.

Dewletên bihêz tenê bi ragihandina armancên xwe yên siyasî nayên avakirin. Ew saziyên xwe bihêz dikin, bingeha xwe ya aborî û civakî xurt dikin û pêwendiyên xwe yên navneteweyî li gorî stratejiyeke demdirêj pêş dixin.

 

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin