EM OPERASYONÊN GIRTINÊ YÊN LI DIJÎ BERPIRSÊN HEVBENDÎ ŞERMEZAR DIKIN Û DAXWAZA LEZGÎN BO SERBEST BERDANA DIKIN!

Di sibeha 17’ê Mijdara 2026’an de, li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê yên berfireh li dijî berpırsên Hevbendî yên Yekîtiya Neteweyî ya Kurıstan  hatin kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, 12 berpisên Hevbendî, ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de ne, hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê PSK’ê Hasan Dağtekin, Cîgirê Serokê Giştî yê PWK’ê Mehmet Can Azbay, serokê PELKURD Fuad Önen, ji Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Serbixwe Alî Öncü, ji Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê Sevgi Çelik û ji Înîsiyatîfa Vejîn Alî Çeven hene. Her wiha, tê ragihandin ku gelek serokên Hevbendî, ku navên wan hîn nayên zanîn, di operasyonên li gelek bajaran de hatine binçavkirin.

JI RAYA GIŞTÎ ​​Û ÇAPEMENIYÊ RE

Ev operasyona berfireh a li dijî rêberên Hevbendi’yê destwerdaneke cidî ye di têkoşîna neteweyî ya demokratîk a Kurd û çalakiyên siyasî yên rêxistinkirî de. Em di wê fikarêdanin ku  armanca vê operasyonê dengê muxalefeta neteweyî ya Kurd bêdeng bikin, çarçoveya siyaseta demokratîk teng bikin û daxwazên rewa yên demokratîk ên gelê Kurd bitepisînin.

Nayê qebûlkirin ku bi polîtîkayên girtin û tepeserkirinê têkoşîna siyasî ya ku gelê Kurd li ser bingeha maf û azadiyên demokratîk dimeşîne were asteng kirin. Siyaseta demokratîk, azadiya rêxistinî û azadiya ramanê mafên bingehîn in. Her destwerdanek li van mafan bi prensîbên civaka demokratîk re ne lihevhatî ye.

Wekî KOMKAR-ALMANYA, em van operasyonên li dijî rêberên Hevbendiyê şermezar dikin; em daxwaz dikin ku mafên qanûnî yên hemî rêberên girtî bi tevahî werin garantî kirin û ew tavilê werin berdan.

EV BANGÊ ME JI BO RAYA DEMOKRATÎK E!

Em bang li raya giştî ya demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemî aliyên têkildar dikin ku li hember van operasyonan bêdeng nemînin.

Em daxwaz dikin piştgiriya bi rêberên Hevbendiyê yên girtî re were xurtkirin, bersiveke demokratîk a bihêz were nîşandan û têkiliyên pêwîst bi sazî û rayedarên pêwendîdar re werin destpêkirin.

Zext nikarin daxwazên demokratîk ji holê rakin. Divê azadiya siyasî ya demokratîk û azadiya rêxistinbûnê were misogerkirin.

Divê rêberên Hevbendiyê yên girtî tavilê werin berdan!

KOMKAR-ALMANYA

17.11.2026

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin